36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn

Malbatên şehîdan soz dank u têkoşînê mezin bikin ta ku armancên şehîdên xwe bînin cih û destkeftiyên wan biparêzin.

36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
36 şehîd li Amûdê hatin bibîranîn
31 tebax, 2023   16:53
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo 36 şehîdên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPG`ê yên di demên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn.

Merasîma sersaxiyê li goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan, şêniyên navçeyê û endamên saziyên civaka sivîl û Rêvebeirya Xweser tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Colî axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Colî wiha domand: “Bi saya fedakariyên şehîdan, doza herêmê gihaşt qada navneteweyî û rêveberiya herêmê cihekî girîng di hevkêşeya Sûriyeyê de girt.”

Colî destnîşan kir ku malbatên şehîdan ji bo parastina destkeftiyên herêmê û pêkanîna armancên şehîdan, dê têkoşînê berdewam bikin.

Dûre wesîqeyên şehadeta 36 şehîdan hatin xwendin. Di dawiya merasîmê de beşdaran serdana gorên şehîdan kirin.

(şx)

ANHA