QSD`ê agahiyên din der barê `Xurtkirina Ewlehiyê` de parve kirin

QSD`ê destnîşan kir ku ji bo têkbirina komên çekdar ên ji rojavayê beravê çemê Firatê derbasî rojhilatê Dêrazorê bûne, hin tedbîr girtin. Her wiha ragihand ku komên girêdayî hikumeta Şamê bi hewldana derxistina fitneyê çek ji bo komên çekdar şandine. Di heman demê de QSD`ê diyar kir ku operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bi pêşengiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê berdewam e.

QSD`ê agahiyên din der barê `Xurtkirina Ewlehiyê` de parve kirin
31 tebax, 2023   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” agahiyên nû parve kirin.

Navendê destnîşan kir ku komên çekdar, amadekariyan dikin da ku li rojhilatê Dêrazorê êriş QSD`ê bikin. Her wiha da zanîn ku hin aliyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê bi hewldana derxistina tevliheviya navxweyî, duh êvarê çek derbasî herêmê kirine.

Di heman demê de navendê diyar kir ku QSD`ê spasiya xelkê herêmê dike ji ber ku piştgiriya wê dike û bang li wan kir ku guh nedin, hewldanên derxistina fitneyê li herêmê.

Daxuyaniya ku navendê parve kiriye wiha ye:

 “Hêzên me ji bo girtina komên çekdar ên ji rojavayê beravê çemê Firatê derbasî rojhilatê Dêrazorê bûne, hin tedbîrên din girtin. Wan koman dest bi amadekariyan kiriye da ku li rojhilatê Dêrazorê êriş hêzên me bikin. Hin hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê duh êvarê bi hewldana derxistina tevliheviya navxweyî çek derbasî herêmê kir. Li rex wê jî, gef û fişar li rûspiyên herêmê jî dikin.

Hêzên me destnîşan dikin ku operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` li Dêrazorê berdewam e. Ji xwe li ser daxwaze gel û rûspiyên herêmê dest pê kir. Hêzên me beriya destpêkirina operasyonê, rûspiyên herêmê bi armancên operasyonê, agahdar kirin.

Li gel ku em spasiya xelkê herêmê dikin ku bi hêzên me re hevkar in, em bang li her kesî dikin bi hewldanên derxistina fitneyê neyên xapandin. Ji bilî aliyên derve kesek sûd jê nagire.

Em destnîşan dikin ku operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` bi pêşengiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê û sûcdaran berdewam dike.”

(şx)