Çiya Kurd: Hin aliyên dijber hewl didin DAIŞ`ê vejînin û vîna gelê herêmê têk bibin

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku ji bo dabînkirina îstiqrara herêmê û Rêveberiya Xweser operasyonek heye ku jiyana hevbeş û istiqrarê esas girtiye. Her wiha îşaret pê kir ku gelek aliyên dijber hene hewl didin ku istiqrarê têk bibin û DAIŞ`ê vejînin ji bo ku vîna gelan bişikînin.

Çiya Kurd: Hin aliyên dijber hewl didin DAIŞ`ê vejînin û vîna gelê herêmê têk bibin
31 tebax, 2023   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî geşedanên li Dêrazorê û operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest pê kiriye, li ser hesabê xwe yê X nivisî.

Çiya Kurd destnîşan kir ku têkbirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş tê wateya binpêkirina xwîna hatiye rijandin û piştgiriya yekser a DAIŞ`ê ye.

Çiya Kurd wiha axivî: “Em tev de dizanin ku gelê herêmê çiqas êş û zehmetî ji ber terora DAIŞ`ê û komên çeteyan kişandiye. Ev herêmeke êlî ye û roleke girîng di sepandina jiyana hevbeş de lîstiye. QSD`ê ya ji ciwan û zarokên xelkê herêmê pêk tê, ev herêm rizgar kir û radestî xelkê wê kir ji bo ku xwe bi rêve bibin. Li Dêrazorê cara yekê ye tecrubeya rêveberiya xweser tê jiyîn. Rêveberiya Xweser ji bo ku rola xelkê herêmê xurt bibe, her cure piştgirî pêşkêş kir.”

Der barê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de Çiya Kurd got: “Ev operasyon ji bo dabînkirina îstiqrarê li herêmê ye. Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide jiyana hevbeş û îstiqrara li herêmê ye. Ev îstiqrar bi saya xwîna ciwanên herêmê û êlên wê pêk hat. Ji ber wê binpêkirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş, tê wateya binpêkirina xwîna hatiye rijandin, piştgiriya yekser a DAIŞ`ê ye ku komkujiyên xwîndar li dijî pêkhateyên herêmê pêk anîn. Her wiha destekdayîna bazirganiya narkotîkê û gendeliyê û hedefgirtina yekser a destkeftiyên şehîdan e. Ji bo berjewendiya giştî divê ev destkeftî werin parastina û xelkê herêmê bi vîna xwe ya azad, herêma xwe birêve bibe.”

AGAHÎ LI BER DESTÊ ME HENE KU KOMÊN DIJBER DERBASÎ HERÊMÊ BÛNE

Çiya Kurd destnîşan kir ku ji bo têkbirina îstiqrara li herêmê û rêgirtina li pêşiya pêşketina rêveberiya gel, hewldan hene û wiha pê de çû: “Ev hewldan, îro di çarçoveya planekê de pêk tê ku hêzên herêmî li dijî gel û xelkê me yê li Dêrazorê amade kiriye. Gelek aliyên dijber dixwazin îstiqrara li herêmê têk bibin û DAIŞ`ê vejînin ji bo ku vîna gelên herêmê têk bibin. Ev armanca wan aliyan e ku xwestin li gelemperiya herêmên me pêk bînin.”

Der barê xîtabê dijberiyê û hewldanên derxistina fîtneyê li herêmê de Çiya Kurd wiha anî ziman: “Bi şev û roj kesên di hemêza yên welatê me wêran kirin, xelkê me koçber kirin û xêr û berakata wê dizîn de, hewl didin fitneyê di nava xelkê me de derxin. Li ber destê me agahî hene ku komên dijber derbasî herêmê bûne, xelkê li dijî QSD`ê derdixin. Ne ku ji bo ku xizmeta xelkê herêmê bikin, lê belê dixwazin planên xwe li herêmê pêk bînin. Ev nakeve xizmeta tu kesî di serî de êlên ereb.”

QSD`Ê ERKA XWE YA EXLAQ, EWLEHÎ Û CIVAKÎ JI BO DABÎNKIRINA RÛMETA XELKÊ DÊRAZORÊ ANÎ CIH

Her wiha Çiya Kurd balkişand ser biryara QSD`ê ya hesabpirsîn û guhertina fermandariyên herêma Dêrazorê û got: “Ev mijar girêdayî rêziknameya û mekanîzmeya QSD`ê ye. Ne girêdayî tu êlekê yan jî pêkhateyekê ye. Her wiha di çarçoveya xizmetkirina civakê de dê bi cidî bi hewldanên têkbirina ewlehiya xelkê Dêrazorê re mijul bibe. QSD`ê di van çarçoveyan de erka xwe ya exlaqî, ewlehî û civakî ji bo dabînkirina rûmeta xelkê Dêrazorê anî cih.”

Bedran Çiya Kurd di dawiyê de got: “Em xwe dispêrin, zanabûna gel û êlên xwe yên ereb û xelkê herêmê ku baldar bin, destkeftiyên herêmê biparêzin. Mîna min li jor şîrove kir, hin alî hene dixwazin aloziyê li herêmê derxin, ji bo ku sûdê jê bigirin, ewlehiya herêmê têk bibin, herêmê bikin herêmeke aloz, DAIŞ`ê vejînin û rêli pêşiya pêşketina rêveberiya xelkê me bigirin.”

(şx)