Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan bûn rojeva penalekê

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê panelek li kampa koçberên Girê Spî li dar xist. Di panelê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan û girîngiya rola wan di avakirina civakê de hatin şîrovekirin.

Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan bûn rojeva penalekê
31 tebax, 2023   13:55
EYN ÎSA

Bi dehan jinên ciwan ên kampa koçberên Girê Spî ya navçeya Eyn Îsayê di panelê de beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Nede Şahîn pêşgotinek der barê nêrîn û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan xwendin û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dixwaze kesayeteke xurt a jinan ava bibe da ku bikarin civakên xwe pêş bixin û dawî li hişmendiya baviksalariyê bînin.

Piştre, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya li dijî wî û rola jinan di qonaxa destpêkê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de hat pêşandan.

Piştî sînevîzyonê di navbera beşdaran de li ser zehmetiyên li pêşiya jinan derdikevin, nexasim jinên koçber û girîngiya bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş çêbû.

(mh/şx)

ANHA