Rojnamevan Nazîla Maroofian carek din hate girtin

Rojnamevan Nazîla Maroofiyan a ku bi bavê Jîna Emînî  re hevpeyvînek kiribû cara çaremîn hat girtin.

Rojnamevan Nazîla Maroofian carek din hate girtin
31 tebax, 2023   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nazîla Maroofiyan ku li gel bavê Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê “polîsên exlaqî” ve hatibû qetilkirin, hevpeyvînek kiribû cara çaremîn hat girtin.

Li gorî nûçeya Îran Wire ragihandî, cîranên rojnamevan Nazîla, diyarkirîn Nazîla Maroofian ku deriyê wê hatiye şikandin rastî lêdanê hatiye û hatiye binçavkirin.

Sedema girtina Nazîla Maroofiyan û cihê ku hatî birin nayê zanîn. Tê texmînkirin ku Nazîla Maroofiyan ji ber bertekên wê yên li hemberî binçavkirina hunermend Mehdî Yerrahî û wêneyê wê yê bê hicab ku li ber Girtîgeha Evînê nîşana serkeftinê dide hatiye binçavkirin.