Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê  di roja 12′an de dewam dikin.  Pêkanîna biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî yek ji armancên sereke yên xwepêşandanan e.

Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
31 tebax, 2023   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Protestoyên şêniyên Siwêdayê di roja 12′yan de dewam dikin. Şênî dîsa li Qada Seyr kom bûn û diruşmên banga rizgariya civakê, pêkanîna biryara 2254′an û yekitiya di navbera tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de berz kirin.

Di xwepêşandanan de pankartên "Ol a xwedê ye û welat a tevan e", "Bêyî rizgarkirina jinan civak rizgar nabe" û "Biryara 2254′an pêk bînin" derketin pêş.

Ji 20′ê Tebaxê ve li bajarê Siwêdayê û bajarokên derdora wê  girevên giştî û xwepêşandanên gel ên bi banga guhartina siyasî û başkirina rewşa aborî dewam dikin.

(fr)