2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin

Şêniyên Şedadê cenazeyên şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah û Hisên Elî El Ilêwî  spartin axê ku di Operasona ′Xurtkirina Ewlehiyê" de şehîd bûne.

2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
2 şehîdên Operasyona  ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hatin oxirkirin
31 tebax, 2023   12:44
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê, malbatên şehîdan, endamên sazî, rêveberiyên sivîl û şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah (Şivan) û Hisên Elî El Ilêwî (Ehmed) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeyê spart axê.

Şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah di 27′ê Tebaxê de û Elî El Ilêwî di 29′ê Tebaxêde di çarçoveya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd El Etiye şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Her du şehîd Ehmed û Hesen bûn sembola şeref û rûmetê û  ji nifşên bê re bûn ronahiya rêya heqîqet û azadiyê.′′

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî axivî û got: "Bila serê malbatên her du şehîdan sax be ku di oxira parastina vê xaka pîroz de canê xwe da."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El Ebdullah wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(fr)

ANHA