Yek ji hedefên operasyona QSD`ê

Ji destpêka sala 2023`yan heta niha çeteyên DAIŞ`ê li herêma Dêrazorê 89 êrişên plankirî pêk anîn. Di êrişan de 14 welatî, 32 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên QSD`ê şehîd bûn. Li Hesekê jî 12 êriş pêk hatin û 4 endamên hêzên ewlekariyê û şervanên QSD`ê şehîd bûn. Yek ji armancên operasyona QSD`ê ew e ku şaneyên veşartî ji holê rake. 

Yek ji hedefên operasyona QSD`ê
28 tebax 2023   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh (27 Tebax 2023) li herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Di daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê de sedema operasyonê wiha hat vegotin: “Operasyon ji ber êrişên terorîstî yên ku li herêma Dêrezorê ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve li dijî welatî, rûspiyên herêmê û hêzên ewlehiyê pêk tên, hatiye destpêkirin. Her wiha di civîna ku di navbera Fermandariya QSD û şêx-rûspiyên eşîran de pêk hat de ji hêzên me hat xwestin ku li hemberî şaneyên terorîst tedbîr bên girtin û çavkaniyên wan bên tunekirin.”

101 ÊRIŞ

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên hêzên ewlekariyê girtine, ji destpêka salê de heta niha şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê li herêma Dêrazorê û Hesekê bi giştî 101 êrişên plankirî dijî welatî û hêzên ewlekariyê û şervanên QSD`ê pêk anîne.

Çend êrişên ku çeteyan pêk anîne wiha ne;

-26`ê Hêzîrana 2023`yan; çeteyan li gundê Birêha yê girêdayî Dêrazorê bi motorsklêtekê êrişî benda kontrolê ya hêzên ewlekariyê kir. Di êrişê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû û endamekî din birîndar bû.

-1`ê Tebaxa 2023`yan; çeteyên motorsklêt bikar dianîn li gundê Dihale yê girêdayî Dêrazorê êrişî welatiyê bi navê Fadî Ednan Muxlif kir û şehîd xist. Fadî Ednan bi xwe ji gundê Sipha yê girêdayî Dêrazorê ye.

-2`ê Tebaxa 2023`yan; seyareya ku ji navçeya Şedadê nan dibir navçeya Siwerê li gundê El Hisên rastî êrişa çeteyên DAIŞ`ê hat. Çeteyên ku li motorsklêtê siwar bibûn gûle li seyareyê reşandin û di encamê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.

-19`ê Tebaxa 2023`yan; çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya gundê Ziyanata ya Dêrazorê gule li seyereyek hêzên ewlekariyê reşandin. Di êrişa ku bi 2 motorsklêtan pêk hat de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.

-20`ê Tebaxa 2023`yan; li bajarokê Şihêl yê Dêrazorê çeteyan mayînek bi konvoyekî QSD`yê û Koalîsyonê de teqandin. 

-20`ê Tebaxa 2023`yan; li gundê Hecnê yê Dêrazorê çeteyan êrişî firineke nan kir, di êrişê de zirarên madî pêk hatin.  

-23`ê Tebaxa 2023`yan; çeteyan li gundê Moelih yê Dêrazorê êrişî mala rûspiyê Êla El Igêdat Cemîl Reşîd El Hifil kir. Di êrişê de ziyana madî çêbû. 

Fermandarên QSD`ê diyar kirin ku ew bi operasyona dawî armanc dikin ku van şaneyan ji holê rakin û ewlehiya herêmê xurttir bikin.

ANHA