Li Hesekê, Şedadê û Holê qedexeya derketinê hat ragihandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo piştgiriya Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê", li bajarê Hesekê û navçeyên Hol û Şedadê qedexeya derketinê ragihand.

Li Hesekê, Şedadê û Holê qedexeya derketinê hat ragihandin
28 tebax 2023   07:07
HESEKÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkairya Koalîsyona Navneteweyî duh Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" li eniya rojhilatê çemê Firatê bi taybet li Dêrazorê da destpêkirin.

Bi armanca ewlekariyê û piştgiriya operasyonê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketinê li bajarê Hesekê û navçeyên Şedadê û Holê ragihand.

Çavkaniyên leşkerî ji ajansa re diyar kirin ku qedexe wê heta bidawîbûna operasyonê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA