Hikumeta Şamê dîsa sotemenî biha kir

Hikumeta Şamê careke din nirxê sotemeniyê biha kir. Di du hefteyan de ev cara duyemîn e ku nirxê sotemeniyê tê bihakirin, ku ev yek li başûrê welêt bûye sedema protestoyên gel.

Hikumeta Şamê dîsa sotemenî biha kir
28 tebax, 2023   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

 'Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezaxêneran' ya hikumeta Şamê nirxên benzîna “oktan 95”, mazota serbest, fiyûl, gaza rohn zêde kirin.

Biryara wezareta navborî ji îro (28`ê Tebaxê) de dikeve meriyetê. Li gorî vê biryara nû, nirxê firotina benzîna “oktan 95” li şûna 13 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê (ku 15`ê Tebaxê ev nirx hatibû diyarkirin), bi 14 hezar û 700 lîreyê hatî diyarkirin.

Her wiha nirxê mazota serbest li şûna 11 hezar û 550 lîreyên Sûriyeyê bi 12 hezar û 800 lîreyê hat diyarkirin. Nirxê tonê fiyûlê ku beriya du hefteyan nêzî 7 milyon û 887 hezar û 500 lîreyê bû jî bi 8 milyon û 532 hezar û 400 lîreyê hat diyarkirin.

Her wiha nirxê tone gaza rohn ji 9 milyon û 372 hezar û 500 lîreyê bo 10 milyon û 40 hezar lîreyê hat bihakirin.

Hikumeta Şamê di 15`ê Tebaxê de jî nirxên mazot, benzîn, fiyûl û gaza rohn biha kiribûn. Ev yek çend saet piştî biryara zêdekirina mûçeyên karmendan bi rêjeya ji sedî sed pêk hatibû. Ji lew re, li herêmên seweriya hikumeta Şamê bi taybet li parêzgeha Siwêdayê protestoyên gel dest pê kiribûn ku hê jî dewam dikin.

(c)