Malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê xiyaneta PDK û ENKS`ê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê  li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi hevkariya ENKS`ê û PDK`ê bi xwepêşandanekê şermezar kir.

27 tebax, 2023   17:32
ŞEHBA

Bi beşdarbûna bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên şehbayê bi durişma “Na ji xiyanetê re na ji dagirkeriyê re bijî berxwedan gelan” xwepêşandanek hat lidarxistin. Beşdaran sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK û ENKS`ê pêk tîne şermezar kirin..

Xwepêşandan ji têketina navçeya Fafînê dest pê kir. Xwepêşandêr heta dibistana Şehîd Çekdar a navçeyê meşiyan.

Li qada dibistana xwepêşandan rawestî û veguherî mitingê.

Di mitingê de, endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Eliye Ebdo û Zuher El Helebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li Efrîn û herêmên dagirkirî, hevkariya PDK û ENKS`ê pê re hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin: “Em ji vir bang li PDK û ENKS`ê idkin ku parastina terorîstan ne erka we ye. Li Kurdistanê du rêgez hene, rêgeza azadiyê û koletiyê, rêgeza berxwedan û xiyanetê heye. Li Başûrê Kurdistanê jî, PDK`ê hevkariya dewleta Tirk a dagikrer dike, ji bo ku şerê gerîla bike. Li Rojava jî, ENKS`ê piştgiriya Erdogan û çeteyên wê dike ji bo ku xewnên gelê Kurd tune bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankriin ku gelê Kurd ji her demê bêtir nêzî rizgarkirina Efrînê bûye ji ber wê êriş li dijî herêmê tê kirin û PDK, ENKS`ê ji bo êriş li nirxên manewî yên gelê Kurd û tecrîda li Rêber Abdullah Ocalan giran bike, bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin ku malbatên şehîdan û xelkê Efrîn û Şehbayê bi wan lîstikan nayên xapandin û ew li hember vê pêvajoya siyasî û leşkerî amade ne.

(zş/şx)

ANHA