Meta rûpela kanala Ronahî TV girt

Şîrketa Meta ya Facebookê, rûpela fermî ya Ronahî TV înê êvarê girt.

Meta rûpela kanala Ronahî TV girt
27 tebax, 2023   16:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya rûpelê bi bîr xist ku girtina rûpelê hemwextî parvekirina nûçeya êrişa li dijî erebeya Jin Tv pêk hatiye.

 Her wiha rêveberiya kanala Ronahî TV jî destnîşan kir ku girtina rûpelan siyaseta dagirkeriya Tirk a veşartina sûcên xwe yên li dijî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Her wiha rêveberiyê diyar kir ku rûpelên Ronahî TV roleke mezin di gihandina nûçeyên Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet de lîstiye.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara duyem e rûpelên Ronahî TV yên bi zimanên kurdî û erebî bêyî hişyariyê ji hêla Facebook’ê ve tên girtin.

(şx)