QSD`ê operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` li gundewarê Dêrazorê dest pê kir

QSD`ê ji bo şopandina şaneyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dest pê kir.

QSD`ê operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` li gundewarê Dêrazorê dest pê kir
27 tebax, 2023   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê destpêkirina operasyonê ragihand.

Daxuyanî wiha ye: “Ji ber êrişên terorîst ên ku li herêma Dêrezorê pêk tên, ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve li ser xelkê ewleh, rûspiyên herêmê û hêzên ewlehiyê. Di heman demê de li ser esasê hewldanên pêwendiyên berdewam ên di navbera Fermandariya Giştî ya hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û navbera şêx û rûspiyên eşîran de ku di civîna herî dawê bi fermandariya giştî ya hêzên me re daxwaz û pêşniyarên welatiyan pêşkêş kiribûn ji bo şopandina şaneyên terorîst û tunekirina çavkaniyên wan. Li ser vî esasî û di çarçoveya bicihanîna erkên xwe yên leşkerî, netewî û exlaqî de, hêzên me îro yekşemê tam demjimêr di 08:00`an êvarê de, bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyona ” Xûrtkirina ewlehiyê” li eniya rojhilatê Firatê kirin û bi taybet li herêma Dêrezorê.

Ev operasyon – bi armancên taybet – berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqayê ye, ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ`ê, pêşîlêgirtina li operasyonên wan ên muhtemel û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine. Ji bilî şopandina qaçaxçiyên ku bazirganiyê li ser debara jiyana xelkê dikin.

Ev operasyon yek ji qonaxên pêşketî yên têkoşîna hevpar ku hêzên me bi piştgirî û piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi rê ve dibin û heta bigihêje armancên xwe wê berdewam bike.

Hêzên ku di operasyonê de beşdar dibin dê li kêleka rêveberiya sivîl û rûsipiyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bixebitin û xwe bispêrin hişyariya xelkê ji metirsiya şaneyên terorîst, kesên sûcdar. Her wiha wê ev hêzên peşdar di pêkanîna erkên xwe de gav paşde neavêje û bi awayekî hişk li terorîst, kesên sûcdar û her kesê ku wan vedişêrin, bide.”