Malbatan careke din serî li dozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan careke din serî li dozgeriyê da
25 tebax, 2023   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan didome û ji 25'ê Adara 2021'an ve tu agahî jê nayên wergirtin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç careke din bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li heman dozgeriyê girtîgehê da.