​​​​​​​Necmeddîn Feysel ê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû kî ye?

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 23`yê Tebaxê de karmendê Jin TV’yê Necmeddîn Feysel yê 46 salî, şehîd bû. Necmeddîn Feysel ê ku bûye armanca êrişa dewleta Tirk a dagirker, kî ye?

​​​​​​​Necmeddîn Feysel ê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû kî ye?
25 tebax, 2023   09:14
QAMIŞLO

Necmeddîn Feysel 30`ê Adara 1977`an li gundê Cewheriyê yê navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê hatiye dinê. Tevî 5 bira û 3 xwişkan mezin bûye.

Necmeddîn dibistana seretayî li gundê xwe dixwîne. Piştre ji ber rewşa jiyanî ya xirab a wê demê, dev ji xwendinê berdide û ji bo alîkariya malbata xwe bike, dest bi karê çandiniyê dike.

Di 29 saliyê de dizewice û 3 keç û kurekî wî çêdibin; Viyan, Bêrîtan, Amara û Maşûq.

3 sal piştî şoreşa Rojava, Necmeddîn Feysel ji ber hezkirina xwe ya zêde ji şanoyê re di Desteya Çand û Hunerê ya li navçeya xwe de cih digire. Destpêka sala 2021`an ew dibe karmendê kanala Jin TV`yê ku navenda wê li navçeya Amûdê ye û wek ajokar dest bi xebatê dike.

Necmeddîn Feysel 23`yê Tebaxê dema li ser karê xwe bû, di êrişa droneke biçek a dewleta Tirk a dagirker de a li ser rêya Qamişlo-Amûdê de şehîd bû. Di heman êrişê de nûçegihana kanalê Delîla Egîd jî birîndar bûbû.

Dê şehîd Necmeddîn Feysel sibê (26`ê Tebaxê) li Goristana Şehîd Îsmaîl a li Amûdê were oxirkirin.

(c)

ANHA