Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 6′an de ne

Di roja 6′an de xwepêşandan li Siwêdayê dewam dikin. Çalakgerên li Şamê jî bi rêya nivîsên li tevahî herêmên Şamê hatine belavkirin, piştgirî da van xwepêşandanan.

Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 6′an de ne
25 tebax, 2023   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêmên cuda yên Siwêda û gundewarên wê xwepêşandan di roja 6′an de dewam dikib. Vê sibehê şêniyên gundê Hot, gund û bajarokên din ên Siwêdayê bi dirûşma "Bi hev re ji bo tevgera aştiyane ji bo welatekî birûmet" xwepêşandan li dar xist. Di wan xwepêşandanan de banga "hilweşandian rejîmê" û "Pêkanîna biryara 2254′an" hate kirin.

Hemwextî wê, şêniyên gund û bajarokên Siwêdayê ji saetên sibehê ve ber bi navenda bajêr ve ketin rê da ku beşdarî xwepêşandanê bibin. Di nava xwepêşandêran de beşdariya mezin a jin û oldaran heye.

Çalakgeran li Şamê bi rêya nivîsandina li ser kaxizan ku duh li Ertos û Pira Reîs ′Beramkê′, Someriyê û paytextê hatine belavkirin, piştgirî da xwepêşandanan.

Di nivîsan de hate gotin, “Bimire Esed", "Hilweşe rejîma sûcdar" û"Ji me dûr bikeve, em dixwazin bijîn" û hwd hatin nivîsandin.

(fr)