Reşîd û Sudanî li ser parastina xaka Iraqê li hev civiyan

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiyan. Di civînê de her du aliyan jî tekezî li ser parastina serweriya xaka Iraqê û rêgirîkirina derbaskirina sînoran kirin.

Reşîd û Sudanî li ser parastina xaka Iraqê li hev civiyan
25 tebax, 2023   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojane welatên cîranê Iraqê, bi taybet dewleta Tirk a dagirker bê ku guh bide parastina serweriya Iraqê bi rêya balefirên şer û balefirên bê mirov û bi çek êrişî xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê dike û xelkên sivîl dike hedef.

Di derbarê van êriş û binpêkirinên serweriya xaka Iraqê de, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiyan û daxuyaniyek belavkirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniya ku belavkirî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî hevdîtinek li gel Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd pêkanî û her du aliyan rewşa siyasî, emnî, aborî û jîngeha Iraqê guftugokirin.

Heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de tekezî li ser piştevaniya hikûmetê ji bo pêkanîna bernameyan li gor daxwazên welatiyan ya ji bo dabînkirina aramiya ewlehiyê, hat kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku her du alî di derbarê pêkanîna hilbijartinên encûmenên parêzgehan de guftûgokirine ku biryare di dawiya salê de were kirin û parastina asayîşa sînoran de axivîn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku tekezî li ser rêgirîkirina derbazkirina sînor û parastina serweriya xaka Iraqê hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de qala rola giring a Iraqê ya li ser asta herêmê û navneteweyî ya ji bo bihêzkirina asayîşê û aştiya navbera welatan de hate kirin û li gel van qala qeyrana avê û bandorên li ser jiyana welatiyan hate kirin.