​​​​​​​Xwepêşandanên li Siwêdayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser xwepêşandanên li Siwêdayê û derbeya li Nîjerê.

​​​​​​​Xwepêşandanên li Siwêdayê rojeva rojnameyên erebî ne
25 tebax, 2023   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Sûriyeyê, bi taybet xwepêşandanên li Siwêdayê, rojnameya Şerq El Ewset di nûçeyeke xwe de diyar kir ku bi sedan koçerên li başûrê Sûriyeyê tev li xwepêşandên li Siwêdayê bûne û ev tiştekî balkêş e.

Çavkaniyên ji Siwêdayê da zanîn ku şandeyek ji ciwanên Kombûna Eşîrên Başûr gihaşt qada El Seyr a li Siwêdayê û tev li xwepêşandanan bû û got “Koçer û Durzî yek in”.

Çavkaniyan da zanîn ku beşdariya eşîrên koçeran li xwepêşandanan veguherîneke girîng e; bi wê re xwepêşandan nabe etnîk û mezhebî.

‘GER DESTWERDANA LEŞKERÎ LI NÎJERÊ ÇÊBÛ CEZAÎR DÊ ÇI BIKE?’

Bi vê sernavê rojnameya El Ereb a Londonê di nûçeyeke xwe de wiha nivîsî: "Ruxmî Cezaîr gefên destwerdana leşkerî li Nîjerê red dike û çareyên dîplomatîk ji bo vegerandina rewabûna destûrê dide pêş, lê amadekariyên ji bo senaryoyên herî xerab pêk anîn.

Destwerdana leşkerî ku Koma Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê li dijî meclisa derbeyê ya li Nîjerê nîşan daye, êdî nêz e.

Duşemê, radyoya Cezaîrê li ser zimanê çavkaniyan da zanîn ku Cezaîrê xwesteka bikaranîna qada wê ya hewayî ji bo êrişeke leşkerî li Nîjerê ya balafirên Fransayê red kir. Lê serfermandarê artêşa Fransayê Thierry Burkart ew nûçe derewand.”

(fr)