Hêzeke leşkerî ya Lîbyayê li dijî artêşa Tirk serî hilda

Komeke leşkerî ya Lîbyayê xwest hêzên dewleta Tirk a dagirker ji welat bên qewitandin û diyar kir ku hemû nuqteyên artêşa Tirk ên li Lîbyayê êdî bûne armancên rewa yên “lehengên serhildanê”.

Hêzeke leşkerî ya Lîbyayê li dijî artêşa Tirk serî hilda
25 tebax, 2023   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenekî ku li ser malperên ragihandinê hatiye parvekirin, hêzeke leşkerî ya Lîbyayê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker a li Lîbyayê serhildan ragihand.

Ew hêz di daxuyaniya xwe de diyar dike ku dewleta Tirk kontrolkirina nuqteyên sereke yên li Lîbyayê û baregeha El Wetiye ya hewayî, bendera Sîdî Bîlal û bendera El Hums, “ji hed derxistiye”.

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku ev serhildan hemwextî bêdengiya “hikumeta nerewa ya malbata El Debîbe” ya li Terablusê tê ragihandin.

Di dewama daxuyaniyê de, baregehên dewleta Tirk ên li Lîbyayê wek gavên destpêkê ber bi mêtingeriyê ve û hewldaneke vegerandina Lîbyayê li serdema berê “li ser hesabê rûmet û namûsa lîbyayiyan” hat pênasekirin.

Koma leşkerî di daxuyaniya xwe de banga destpêkirina serhildana gel li dijî hêzên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Lîbyayê kir û anî ziman ku ew dagirkeriyeke nû ye ku xêr û berên wan talan bike û çarenûsa wan diyar bike.

Her wiha komê ragihand ku hemû nuqte û deverên ku “Tirkan dagir kirine, armancên rewa yên lehengên serhildanê ne”.

(c)