Şerê li ser dewlemendiyên Rojhilata Navîn temenê aloziyê dirêjtir dike

Şer û aloziyên li herêma Rojhilata Navîn dewam dikin û tu çareserî li asoyan xuya nakin. Çavdêr dibêjin herêm veguheriya qadeke şerê navneteweyî ji bo kontrolkirina herêmê û talankirina xêr û berên wê, bi rêya dirêjkirina aloziyan û pirsgirêkên neteweyî û taîfî.

Şerê li ser dewlemendiyên Rojhilata Navîn temenê aloziyê dirêjtir dike
25 tebax, 2023   03:48
QAHÎRE - MUHSIM EL MISIRÎ

Li Rojhilata Navîn şer û aloziyên li pey hev dewam dikin û qurbanî zêde dibin.

Çavdêr dibêjin hemû aloziyên li herêmê rû didin parçeyekî şerê herêmî û navneteweyî yê ji bo veguherandina herêmê ji bo navendeke aloziyan in. Li gorî çavdêran, ev alozî û şer ji bo talankirina xêr û berên herêmê û avakirina pergalên hegemonîk in.

Mamosteyê têkiliyên navneteweyî yê Zanîngeha Muite ya Urdinê Dr. Iyad El Mecalî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

El Mecalî anî ziman ku şerê li herêmê “laneta cografyayê” ye û wiha dom kir: “Gelek aliyên herêmî girîngiya vê cografyayê dizanin. Ev şer di çarçoveya pêşbirka herêmî û navneteweyî ya li gelek navendên Rojhilata Navîn de pêk tê.”

El Mecalî diyar kir ku tiştê li herêmê rû dide, pratîka stratejiyên hêzên mezin û di serî de Amerîkayê ye ku dixwazin herêmê di nava şer û aloziyan de bihêlin û wiha pê de çû: “Bi vê yekê ew armanc dikin herêmê kontrol bikin, armancên siyaseta xwe ya derve pêk bînin û serweriya xwe li ser korîdorên avê, rêyên bazirganiyê yên deryayî yên navneteweyî û dewlemendiyên herêmê xurttir bikin. Li herêmê gelek cureyên şer tên meşandin, hemû jî bi rêya şerê wekaletê dikevin xizmeta berjewendiyên hêzên mezin.”

DAGIRKERIYEKE NÛ

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî yê ji Misirê Hanî El Cemal jî têkildarî heman mijarê got: “Ji kêliya destpêkê de hêzên mezin ên wê demê (Brîtanya û Fransa) hîs kir ku Ereb dijberî wan in û dema mayîna wan li herêmê bi rengê klasîk dê wê kîna li hember wan zêdetir bike. Nexasim piştî serketina Şoreşa Erebî û hewldana avakirina statuyeke erebî ya dijberî hêzên mezin, hêzên mezin êdî stratejiya xwe ya li herêma Rojhilata Navîn guherand.”

El Cemal wiha nirxandina xwe wiha domand: “Êdî dest bi lêgerîna li rêbazeke nû kirin da ku herêma erebî di şerekî domdar de bihêlin. Rengên vî şerî pir bûn, ji şerê Ereban-Îsraîlê û piştgirîdayîna Îsraîlê bigire û heta şerê sunnî-şîeyan ku gelek welatên Ereban parçe kirin û heta şerê li ser rêveberiya erebî ku di encamê de şerên navxweyî derketin.”

El Cemal bal kişand ser şerên etnîk ên di navbera Ereb-Kurdan, êzidî, elewî, amazîx an jî durziyan de û gelek şerên din û wiha dom kir: “Ev rewş niha ji bo Lubnanê, valahiya serokatiyê û desteserkirina desthilatê ji aliyê Hizbullahê, xwe dispêre hêza Îranê û li hember hêzên hundirîn ên piştgiriyê ji Fransa yan Siûdiyê digirin. Lewma, Lubnan bûye birîneke nekewiyayî.”

El Cemal bal kişand ser rewşa Sûriyeyê jî û got: “Piştî şoreşa gel, li gel valahiya ewlehiyê civaka Sûriyeyê veguheriye navendeke şerê herêmî yê Îran-Tirkiyeyê û şerê navneteweyî yê Amerîka-Rûsyayê. Li aliyê din azadiya Kurdan û hewldana avakirina welatekî neteweyî bi rêya pergaleke konfederal tê çewisandin. Her wiha aloziyeke din a mezin jî bicihkirina komên terorîst ên xwedî ajandeyên navneteweyî ye.”

Lêkolînerê misirî El Cemal diyar kir ku heman rewş li Sûdan, Lîbya û Afrîkayê jî derbasdar e û got: “Li Sûdanê piştî desthilata El Beşîr koma Îxwan Muslimîn dest danî ser welat û kir du parçe (bakur û başûr). Hewldanên cudabûnê jî li pey hev pêk hatin û destkeftiyên şoreşa gel a li dijî El Beşîr û hewldanên damezirandina dewleteke sivîl li herêma Erebî hatin têkbirin. Şerê artêşê û Hêzên Piştevaniyê ku ajandeyên herêmî û navneteweyî pêk tînin jî didome. Lîbya jî piştî şoreşa li dijî Qeddafî ket tuneleke tarî û bû qadeke şerê herêmî yê Tirkiye-Misirê û şerê navnetweeyî yê Rûsya-Amerîka-Ewropayê. Heman rewş li herêma Afrîkayê jî dewam dike. Ji aliyekî ve şerê Rûsya-Çînê, ji aliyekî din ve şerê Rûsya û Amerîka û welatên rojavayî didome. Hemû alî hewl didin dewlemendiyên herêmê talan bikin û ajanên xwe bînin ser desthilatê.”

Li gorî lêkolîner El Cemal, tiştê ku van aloziyan hemûyan digihîne hev, rêxistinên navneteweyî yên hatine polîtîzekirin ku çavên xwe li rewşa herêma erebî digirin, lê belê ji bo Ukraynayê qiyametê radikin.

Lêkolîner Hanî El Cemal wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li pişt hemû aloziyên li herêma erebî planeke navnetweyî û herêmî ya xirakirinê heye.”

(c)

ANHA