​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-8-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-8-2023
24 tebax, 2023   23:00

Rêveberên rêxistinên jinan ên herêma Firatê diyar kir ku dê bi hemû hêza xwe li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker rabin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevanan têkildarî bombebarkirina erebeya Jin TV’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze rê li ber ragihandina komkujiyên ku ew li herêmê dike bigire.

Ciwan Siko diyar kir ku yekitiya Kurdan daxwazeke gel û pêdiviyek e. Siko destnîşan kir ku dûrketina hin partiyan ji vê armanca kurdistanî li pêş yekitiyê nabe bend û got “Ji ber ku ev partî ji bo berjewendiyên dewletên derve kar dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koberên Efrînê yên di kampan de dijîn, ji bo debara xwe bikin hem destkariyan çêdikin hem jî di nava zêviyan de dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ev çend roj e li Sûriyeyê xwepêşandanên gel ên fireh li dijî rejîma Sûriyeyê û rêveberiya navendî ya ku ji zêdetirî 50 sal ve welat bi rêve dibin, têne lidarxistin. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên şermezarkirina siyasetên Partiya Baasê yên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê hildan û banga çûyîna Beşar Esed û tevahî sembolên desthilatdariyê kirinKoberên Efrînê yên di kampan de dijîn, ji bo debara xwe bikin hem destkariyan çêdikin hem jî di nava zêviyan de dixebitin. (BI WÊNE)

Şer û aloziyên li herêma Rojhilata Navîn dewam dikin û tu çareserî li asoyan xuya nakin. Çavdêr dibêjin herêm veguheriya qadeke şerê navneteweyî ji bo kontrolkirina herêmê û talankirina xêr û berên wê, bi rêya dirêjkirina aloziyan û pirsgirêkên neteweyî û taîfî. (BI WÊNE)

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya duyemîn bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana 15`ê TEbaxê em dê têkoşîna jinan mezin ji bo ku azadiya Rêber Apo misgoer bikin” li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan li dar dikeve saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Ednan Meter Hisên li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê oxir dikin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Çandî ya Suryan a Sûriyeyê Mîhrîcana 3`yemîn a Merdoso li hola Kulbenkiyan a Qamişlo saet di 18:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)