​​​​​​​Ciwan Siko: Dûrketina hin partiyan li pêşiya yekitiya Kurdan nabe bend

Ciwan Siko diyar kir ku yekitiya Kurdan daxwazeke gel û pêdiviyek e. Siko destnîşan kir ku dûrketina hin partiyan ji vê armanca kurdistanî li pêş yekitiyê nabe bend û got “Ji ber ku ev partî ji bo berjewendiyên dewletên derve kar dikin.”

​​​​​​​Ciwan Siko: Dûrketina hin partiyan li pêşiya yekitiya Kurdan nabe bend
25 tebax, 2023   01:41
QAMIŞLO - EBAS XELEF

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko têkildarî yekitiya Kurdan ji ajansa me re axivî.

Ciwan Siko diyar kir ku partiya wan her tim banga yekitiya neteweyî ya Kurdistanê dike û got: “Ji ber ku ev yek dikeve xizmeta doza Kurd, bi taybet di vê qonaxê de ku Kurdistan tê re derbas dibe û hewldanên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan û doza wan. Ji lew re partiya me her tim piştgirî daye lihevkirinên Kurdan ên li Rojava û tevahî însiyatîfên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê."

Siko wiha domand: "Yekitiya nîştimanî sînorekê ji destwerdanên derve re datîne. Tevahî hewldanên li Rojava yên ji bo yekkirina partiyên siyasî bi bin ketin. Ji ber ku ENKS bi îtîlafê ve girêdayî ye. Îtîlaf jî ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker hatiye damezirandin. Îro jî dewleta Tirk demografiya herêmên Kurdan diguherîne û ENKS jî vê yekê pîroz dike."

Siko destnîşan kir ku tiştê li Rojava çêbûye, li tevahî parçeyên din ên Kurdistanê jî pêk tê û wiha pê de çû: "Hin hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê yên lidarxistina kongreyeke giştî ya partiyên Kurdan li Silêmaniyê di 2017′an de hebûn. Lê PDK beşdar nebû, ENKS jî dûrî Kurdan ket. Ew her du alî li hember doza Kurdan xwedî berpirsyariyên dîrokî ne."

Siko anî ziman ku dema yekitiyeke Kurdan hebe, dê ji bo çareserkirina gelek dozên Kurdan bibe lêvegerek û li pêş destwerdana derve bisekine. Siko got: “Lê îro di nava Hewlêr û Silêmaniyê de nakokî hene û ENKS ji bo berjewendiya dewleta Tirk a dagirker kar dike."

′HEVKARIYA BI DAGIRKERAN RE XIYANET Û AJANTÎ YE′

Ciwan Siko diyar kir ku hin partiyên Kurdan bi hevkariya dewleta Tirk derbeyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê didin û êrişî nuqteyên gerîla dikin û wiha dom kir: “Lê ev yek îxaneta li gelê Kurd û ajantiya ji bo dewleta Tirk a mêtinger e. Her kesê ku dagirkeran bîne xaka xwe, di çavê gelê xwe û tevahî cîhanê de wekî xayîn tê dîtin.”

Siko axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tiştê ku PDK li Başûr dike, ENKS jî li Rojava dike û ji bo guhartina demografiya Kurdistanê bi dagirkeran re hevkariyê dikin. Em bi hêvî ne li kurdîtiya xwe vegerin. Divê baş bizanin ku ew li aliyê şaş sekinîne, lê ev ê nebe asteng ku gelê Kurd doz û armancên xwe pêk bîne. Ev yek dê li pêşiya pêkanîna yekitiya nîştimanî ya Kurdan jî nebe asteng."

(fr/c)

ANHA