Li Minbicê meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber  Abdullah Ocalan

Şêniyên Minbicê  bi diruşma "Bi têkoşîn û berxwedana jinên ciwan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" meşeke girseyî li dar xist.

Li Minbicê meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber  Abdullah Ocalan
22 tebax, 2023   11:13
MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê  ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi kolana Wadî ve dest pê kir.

Endamên Yekitya Jinên Ciwan, endamên Rêveberiya Sivîl û komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê beşdarî meşê bûn. Beşdaran wêneyên Rêber Abdulllah Ocalan, pankartên "Jin, Jiyan, Azadî", "Tu kes nikare roja me tarî bike" hildan.

Li  kolana Wadî endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Berkel axivî û got: "Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê em  tevahî şêweyên tundî û koletiyê şermezar dikin ku pergalên kapîtalîst hewl didin li dijî gelê me ferz bikin. Kapîtalîzm vîna azadîxwazan dikuje û dijbertiya projeya biratiya gelan dike. Her wiha mirovan ji cewherên wan rast dûr bixe."

Emîne Berkel anî ziman ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye û û armanca  wê bidawîkirina ramanê azad e.

Emîne wiha pê de çû: "Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan û tevahî hevrêyên xwe yên têkoşer ku em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin. Em ji dijminên mirovahiyê tevahî re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin."

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Asya El Hisên wiha got: "Em li vir kom bûne da ku bi dengekî bilind  banga bidawîkirina tecrîda li dijî ramyar û Rêber Abdullah Ocalan bikin."

Asya Hisên anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku ji pirsgirêkên asêmayî yên Rojhilata Navîn re çareseriya herî guncaw e û got: ''Ev proje ne li gorî pergala modernîteya kapîtalîzmê ye, ji lew re tecrîdê li ser rêbertî giran dikin.''

 Asya wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca me ya pêşîn û dawîn tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê."

(fr)

ANHA