​​​​​​​Xelkê Tebqayê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da

Şêniyên Tebqayê bi meşekê berxwedana QSD'ê silav kir û diyar kirin ku QSD'ê tovê artêşa nîştimanî ye ku xak û tevahî pêkhateyên herêmê diparêze.

​​​​​​​Xelkê Tebqayê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da
22 tebax, 2023   10:44
TEBQA

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, şêx û rûspiyên eşîran di nav de, bi sedan şêniyên Tebqayê  bi meşekê piştgiriya xwe bi QSD'ê re anîn ziman. Di meşê de alên QSD û YPJ'ê û pankartên bi nivîsên "QSD'ê mîsogeriya hevbeşiya demokrasî, pirrengî, siyasî ye" hatin hildan.

Meş ji taxa Ewel  dest pê kir û  dirûşmên "QSD'ê nûnertiya me dike" hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Meyselûn a taxa Sanî (Duyem) rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef axivî û bal kişand ser rola QSD'ê ya rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê.

Ehmed El Xelef got: "Em bi  hêzên xwe re. Em li vir kom bûne da ku  fedakariyên wan ên bi nirx bi bîr bînin, dilovaniyê ji şehîdên xwe re dixwazin û ji birîndarên xwe re şîfaya lezgîn dixwazin."

El Xelef anî ziman ku QSD û YPJ'ê çîroka serketinê ya yekemîn li Rojhilata Navîn e û wiha domand: "Di vî şerî de tu hêz ji we xurttir nîn in. We efsanên qehremiyê nîşan dan û we modelek bêhempa ji mirovahiyê re pêşkêş kir. Hûn li gorî wî bawerî û berpirsyariyê ne ku gel spartine we."

Ehmed El Xelef di dawiyê de got: "Ji vî cihî, bi navê Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê û bi navê tevahî pêkhateyên Tebqayê em piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk re radighînin. Em dibînin ku QSD'ê grantorê herî guncaw e ku dikare azad, demokrasiya hevbeşî, pirrengî û siyasî pêk bîne. QSD'ê tovê artêşeke nîştimanî ye ku xak û rûmeta tevahî pêkhateyan diparêze."

(bb)

ANHA