Li Tebqayê hewldanên peydakirina ava vexwarinê

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê birî ku di encamê de stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derketin, Yekîneya Avê ya bajarokê Cirniyê yê Tebqayê ji bo peydakirina ava vexwarinê di nava hewldanan de ye.

Li Tebqayê hewldanên peydakirina ava vexwarinê
21 tebax, 2023   06:34
TEBQA- SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk a dagirker para Sûriyeyê ya ava çemê Firatê girtiye û siyaseta şerê avê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne. Di encamê de 9 stasyonên ava vexwarinê yên ku av dida şêniyên bajar û gundewarên Tebqayê, ji xizmetê derketin.

Welatiyê bi navê Ebûd El Mehmûd ê ji bajarokê Cirniyê yê bakurê Tebqayê anî ziman ku pompeyên avê bi temamî ji xizmetê derketine û ava vexwarinê li bajarok nemaye.

El Mehmûd birîna avê bi karesatekê wesifand û wiha domand: "Ji ber van kiryarên ku li dijî şêniyên herêmê bi giştî pêk tîne, divê hesab ji Tirkiyeyê were pirsîn, divê aliyên têkildar dewleta Tirk neçar bikin ku bi para Sûriyeyê ya ava çemê Firatê nelîze."

Welatiya bi navê Henan El Mihemed jî got: "Birîna ava Firatê gelek zehmetî ji me re derxistin, ava vexwarinê qut bû û nexweşî belav bûne.”

Henan El Mihemed bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê bikeve tevgerê û zextê lê bike bila avê nebire.

Rêveberê Yekîneya Avê ya bajarokê Cirniyê Mehmûd El Xelef diyar kir ku xebatên kolandina bîran û avakirina depoyeke avê têne kirin.

El Xelef got: “Bi armanca peydakirina avê ji şêniyên me yên li bajarokê Cirniyê û gundên derdora wê, me dest bi kolandina bîrekê li stasyona Tawî kiriye. Kûrahiya bîrê 12 metre ye û dê di saetekê de 500 metrekab av bide.  Li rex bîrê jî me dest bi avakirina depoyeke avê kiriye. Dirêjahiya depoyê 12 metre ye, firahiya wê 11 metre ye. Depo dê 700 metrekab av hilgire."

Li gorî yekîneya avê, proje dê di çend rojên nêzîk de bi dawî bibe û avê bide 16 gundên Cirniyê bike.

(bb)

ANHA