​​​​​​​Rojnamevaneke tunisî: Tenê deng û tevgerên jinan wan diparêzin

Rojnamevana tunisî Zihûr El Meşriqî destnîşan kir ku tecrube îsbat kirin ku qanûn nikarin jinan biparêzin. Tenê dengê wan, tevgerên rastîn ên jinan û koordîneya sînornenas wan diparêzin.

​​​​​​​Rojnamevaneke tunisî: Tenê deng û tevgerên jinan wan diparêzin
21 tebax, 2023   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Navneteweyî ya Tecrubeyên Tevgerên Jinan bi beşdariya 80 çalakvanên jin ên ji 10 dewletên ereb û afrîkayê; Tunis, Urdun, Iraq, Sûdan, Lubnan, Filistîn, Misir, Sûriye, Tirkiye û Îranê û şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriye û Şengalê li paytexta Lubnan Beyrûtî di 18 û 19`ê Tebaxê de li dar ket.

Kongreya bi dirûşma “Li ser şopa jin, jiyan, azadî” li dar ketî, sê mijarên sereke; “Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê", "Tecrubeyên jinên Kurd di pêxirtengiyên li herêmê de" û "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" nîqaş kirin.

DOZÊN HEVBEŞ

Rojnamevana tunisî û xebatkara NUJINHA ku beşdarî kongreyê bûye, Zihûr El Meşriqî behsa girîngiya kongreyê kir û got: “Kongre di çarçoveya hevgirtina jinan û koordîneyê ji bo parvekirina tecruebeyên jinan de gelek girîng bû. Jin ji gelek dewletan hatin, li ba her yekê tek dozek heye ew jî azadî, demokrasî, jin, aştî û tundiya li dijî jinan.”

Zihûr wiha domand: “Kongreyê sûcên li dijî jinan li bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn pêk tên û çawa rê li pêşiya pêkanîna aştiyê tê girtin, eşkere û tazî kir.”

Zihûr destnîşan kir ku ew ji vê kongreyê hêvî dikin ku tecrube parve bikin ji bo ku dozên hevbeş çareser bikin ên ku ne ol, ne reng, ne nasname û ne sînor wan cuda nake.

YEK ARMANC

Zihûr diyar kir ku armanca kombûna wan yek e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî azadîxwazan hatin nîqaşkirin. Divê şoreşa jinan a Rojava hînî jinan li seranserî cîhanê bikin.”

Zihûr anî ziman ku ji tecrubeyên beşdarên kongreyê diyar bû ku qanûn û lihevkirin nikarin rewşa dijwar û tundiya aborî, civakî, tundiya bedenî, tundiya li dijî jinan li herêmên aloz, çareser bikin.

Der barê tecrubeyên jinan li Rojhilata Navîn û Afrîkayê de Zihûr got: “Qanûnan nekarî jinan biparêzin. Tenê dengê wan, tevgerên wan ên rastîn û koordîneya sînornenas wan diparêzin. Divê ev koordîne bi rêya lidarxistina kongreyan heta ku bi rêya zoom be jî, berdewam bike. Divê di çarçoveya hevgirtina jinan de berdewam bike da ku fişarê li civata navneteweyî bê kirin ku di encamê de tundî, kuştin, lîstina bi jinan raweste çi li bakur Afrîkayê yan jî Rojhilata Navîn an jî herêmên aloz.”

AZADIYA JINAN

Têkildarî nîqaşên di kongreyê de yên der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de, Zihûr got: “Her tim piştgiriya jinan kir. Jineolojî ava kir. Bi mafên jinan bawer kir û ji bo ku rewşeke baştir û pêşerojeke xweştir ji jinan re ava bibe, kar û xebat kir.”

Zihûr diyar kir ku divê jin nivîsên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de û îsrara wî ya li ser pêkanîna azadiya jinan, demokrasiyê, aştiyê û avakirina Rojhilata Navîn ya hevgirtî nas bikin. Divê jin cihê xwe di rêveberiyê û girtina biryaran de bigire.”

Di dawiyê de Zihûr got: “Desthilata Tirk wî digirin, ji ber ku kesê yekane ye ku li hember wê disekine. Heke jin, tecrubeya wî nas bikin, dê piştgiriya wî bikin, dê bi nivîs û çalakiyên xwe piştgiriya cenga wî bikin ku di girtîgehê de dimeşîne.”

(şx)

ANHA