′Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasî ye û em ê li dijî wê tê bikoşin′

Welatiyên ji kantona Hesekê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasî ye û got ew ê ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkhate azadiya wî ya fîzîkê tê bikoşin.

′Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasî ye û em ê li dijî wê tê bikoşin′
20 tebax, 2023   23:36
HESEKÊ-ARAM EHMED

Dewleta Tirk siyasetên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 25′ê Adara 2021′ê ve tu agahî jê nayên girtin.

Welatiyên ji kantona Hesekê siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwestin.

Ebdurezaq Mihemed ê ji Serêkaniyê ku li bajarê Hesekê dimîne got, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke siyasî ye û rewşa wî ya tenduristî neyê aşkerakirin.

Mihemed anî ziman ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, di nav de pirsgirêka Kurdistanê jî li cem Rêber Abdullah Ocalan e û got, lew re hêzên hegemon çareserkirina pirsgirêkan asteng dikin û gelê Kurd di bin zextên xwe de dihêlin.

Mihemed diyar kir ku di serî de projeya neteweya demokratîk, paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên hezarên salan ên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û wiha dom da axaftina xwe: "Ji lew re tecrîda li ser Rêbertiyê giran dikin û nahêlin parêzer wî bibînin. Bi rêya tecrîdkirinê dixwazin armancên xwe yên siyasî li Rojhilata Navîn pêk bînin û tawîzan ji gelê Kurd bistînin.''

′EM Ê AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ PÊK BÎNIN′

Ebdulrezaq Mihemed destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan qanûnên navneteweyî derbas kirin  û got, ew ê têkoşînê dewam bikin heta tecrîdê bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin.

Welatiya bi navê Şeha Şêxê ya ji navçeya Dirbêsiyê armanca tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan spart girêdana gel Kurd a bi ramanê wî ve, her wiha wekî hewldanekî ji bo teslîmgirtina gelê Kurd ji siyasetên qirêj ên dewleta Tirk re pênase kir.

Şeha Şêxê wiha domand: "Bi ramanê Rêbertî em gihaştin vê qonaxê û bi ramanê wî me destkeftî bi dest xisitin. Bi tecrîdkirinê dixwazin rê li ber belavbûna projeyên wî yên aştiyane bigirin."

Şeha Şêxê bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî ya der barê tecrîdê de şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Ekrem Derwîş ê ji heman navçeyê jî got: "Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir navenda çand û felsefeyê tecrîdê giran dikin û hewl didin sînordar bikin."

′RIHÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN BI HER ŞOREŞGEREK RE YE′

Derwîş bal kişand ser nameyên xwarina gefan ku desthilata Tirk ji Rêber Abdullah Ocalan re şandine û got: "Her kes dizane ku bi nameyan gef li Rêber Abdullah Ocalan hatin xwarin û bi her şêweyî zextê lê dikin. Rêbertî bi fîzîkî di girîgehê de ye lê ruhê wî di her kurdek û her şoreşgerekî/ê de ye, ji ber ku girêdana wan ruhî ye. Ji lew re çiqas dewleta Tirk a dagirker hewldana bike nikare bigihîne armanca xwe."

Ekrem Derwîş di dawiyê de bang li cîhan û dewletên îdiaya aştiyê dikin û aliyên têkildarî mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(fr)

ANHA