`Bêdengiya naventeweyî rojane dibe sedema kuştina sûriyeyiyan`

Siyasetmedaran destnîşan kir ku siyasetên tirsandinê, tirkkirinê û guhertina demografiyê, siyasetên herheyî yên dewleta Tirk a dagirker in. Her wiha diyar kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî, rojane dibe sedema kuştina sûriyeyiyan.

`Bêdengiya naventeweyî rojane dibe sedema kuştina sûriyeyiyan`
21 tebax, 2023   02:34
HELEB

Sûriyeyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, nenaskirina hêzên navneteweyî ya van sûcan, bi hêrs in.

Çalakvana sivîl Miryana Elî nerazîbûna xwe li hember van sûcan anî ziman û got: “Dewleta Tirk, ji berê de dewleteke dagirker û dijmin e. Piştî 400 sal ji welatê me derketin, hîna dixwazin wê dagir bikin. Di wê baweriyê de ne ku ev ax a wan e û dê vegerînin.”

TIRKIYE DIXWAZE NEXŞEYA SIYASÎ YA HERÊMÊ BIGUHERE

Miryana îşaret bi siyasetên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî kir û got: “Ev siyaset ne siyasetên koçberkirinê yan jî guhertina demografiyê û talankirina herêmê ye, lê belê Tirkiye dixwaze nexşeya siyasî ya herêmê biguhere.”

Miryana balkişand ser durûtiya hêzên navneteweyî li hember herêmê û got: “Di şerê Ukraynayê de deriyên koçberiyê li pêşiya ukraynayiyan vekir. Lê ciwanê sûriyeyî, li çolê û avê dimire.”

Girêdayî bêdengiya NY`yê Miryana got ew berjewendiyan xwe di ser her tiştî re dibîne û qaşo îdia dike ku tev li mijarên siyasî nabe ji ber ku rêxistineke sivîl e lê Miryana destnîşan kir ku destê wê di van mijaran de heye.

BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÛ SEDEMA KUŞTINA SÛRIYEYIYAN

Miryana îşaret pê kir ku bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker rojane dibe sedema kuştina sûriyeyiyan, çareseriyê dereng dixe û temenê dagirkeriyê û dizîna xêr û berekata Sûriyeyê dirêj dike.

Miryana bang kir ku divê sûcên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê saziyên hiqûqî yên têkildar, parêzer û çalakvanên sivîl ve bên belgekirin.

Der barê derketina dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî Miryana got: “Heke hewldan duqat bibin, wê derkeve. Armanca me, azadiya welat bû. dagirkeriyeke madyinde nîn e, çawa piştî 400 sal derket dê niha jî ji bakurê Sûriyeyê derkeve.”

TIRKKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Rêveberê giştî yê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyeyê şaxê Helebê Fadî Îsmaîl got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze siyaseta tirkkirinê li bakurê Sûriyeyê bimeşîne. Tirkiye bi vê siyasetê tê naskirin. Danûstandin li herêmên dagirkirî, bi lîreyê tirk, navên kolan û herêman bi tirkî ne.”

Îsmaîl diyar kir ku Tirkiye piştî aloziyê rûberên berfireh ên Sûriyeyê dagir kir, niha jî bi rêya Mîsaqê Millî, dixwaze Heleb û Musilê tev li axa xwe bike.

Li gorî Îsmaîl, divê li herêmên dagirkirî serjimariyên asayî li herêmên dagirkirî bên çêkirin û wiha domand: “Xwekuştin, dizî û gelek sûcên din li herêmên dagirkirî zêde dibin.”

Bi nêrîna Îsmaîl rêxistinên hiqûqî û mirovahiyê yên ku derbasî bakurê Sûriyeyê bûne siyaseteke nehevseng li hember herêmên hundirê Sûriyeyê û yên dagirkirî dimeşînin. Li gor wî, ev rêxistin di aliyê siyasî de di bin kontrola dewletên piştevanên Tirkiyeyê de ne ji ber ku xizmeta berjewendiyên vê dewletê dikin.

PIŞTGIRIYA TERORÊ

Îsmaîl destnîşan kir ku dewletên destwerdana Sûriyeyê dikin heman dewletên ku piştgiriya terorê û tevliheviya li welêt bi taybet li bakurê Sûriyeyê dikin.

Der barê bêdengiya hêzên navneteweyî û tunebûna helwestên cidî li hember sûcên li bakurê Sûriyeyê ji aliyê rêxistinên rojavayî û navneteweyî ve, Îsmaîl got: “Têrê nake ku Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, van sûcan şermezar bike, divê hêzên navneteweyî jî helwesta xwe nîşan bidin. Divê tevahî dewlet bi rêya wezaretên xwe yên derve siyaseta dewleta Tirk a li bakurê Sûriyeyê şermezar bike.”

Der barê derketina dewleta Tirk ji bakurê Sûriyeyê Îsmaîl got: “Di vî warî de tu lihevkriineke navneteweyî tune ye. Bi taybet ji aliyê dewletên piştevanên terorê ve. Tevliheviyek heye ku dijmin rihet kiriye, ew dixwaze tevliheviyeke dîtir li erdnîgariya Sûriyeyê belav bibe.”

SIYASETA BI ZANABÛN

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Elî Mistefa Mihemed jî got: “Divê em fêm bikin ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li ser erdê ne nû ye, siyaseteke kevnar e. Li ser ragihandinê, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên resen ên herêmî dagirkirî têne veşartin.”

Mihemed wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya siyasetên xwe yên aborî, leşkerî û siyasî, hewl dide ku delîlên li ser sûcên ku pêk tîne, veşêre. Ji bo ku di pêşerojê de, di dadgehên navneteweyî de, neyê darizandin.”

Mihemed bêdengiya rêxistinên navneteweyî bi hevkar wesifand û got: “Tevî berdewama êşa gelê Sûriyeyê, ev rêxistin bêdeng in û çareyan ji aloziyê re nabîne.”

(şx)

ANHA