Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk

Calakiya konvedanê ya li Minbicê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Di çalakiyê de hate gotin, divê dewleta Tirk û çi kesên ku destên wan di girtina Rêber Abdullah Ocalan de hene werin darizandin.

Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk
Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk
Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk
Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk
Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk
Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk
Di çalakiya konvendanê de banga darizandina dewleta Tirk
20 tebax, 2023   12:38
MINBIC

Çalakiya konvendanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê  Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ve hatiye organîzekirin di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Çalakî bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" li qada Yekitiya Werzîşê ya naverasta bajarê Minbicê hatiye lidarxistin û endamên meclis û komînên meclisên Ebû Qelqe û Til Hozan ên gundewarê rojhilatê bajarê Minbicê û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê herikîn bin kon.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re Husam Şewax semînerek li ser aliyê qanûnî û mirovî yê tecrîkirina Rêber Abdullah Ocalan da.

Şewax anî ziman ku divê dewleta Tirk û serokên wê û çi kesên destên wan di komploya girtina Rêber Abdullah Ocalan de hene werin darizandin û wiha domand: " Tecrîdeke giran li dijî xwediyê heq an ku Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Em dibînin ku di mijara Rêber Abdullah Ocalan de edaleta navneteweyî tune ye û berjewendiyên siyasî û aborî yên di navbera dewletan de serwer e. Tê zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan kesayetekî siyasî ye û mafê wî heye parêzer û malbatên xwe bibîne û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî wî bibînin."

Şewax destnîşan kir ku ji ber fikrê neteweya demokratîk û çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan ji  aloziyên Rojhilata Navîn re dîtiye, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser wî dimeşîne û qanûnên hişk li ser vî ferz dike."

Husam Şewax di dawiyê de got: "Tecrîda domdar a li ser Rêbertî fîzîkî tenê ye. Dewleta Tirk texmîn dike ku dikare rihê neteweyî, şoreşgerî û berxwedêr ê li cem Rêbertî tune bike, lê dizane ku Rêbertî girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda şoreşeke rasteqîn û çavkaniya berxwedana li hemberî planên wê."

Piştî dayîna semînerê dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana Rêbertî" û "Bi can û bi wîn em bi te re serok" hatin berzkirin.

Herkîna ber bi konê çalakiyê ve dewam dike. Çalakî wê sibe bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA