​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê der barê şerê taybet û girîngiya rêxistinkirina jin û ciwanan de komxebatek li dar xist.

​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
​​​​​​​Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist
20 tebax, 2023   12:31
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê  der barê şerê taybet û girîngiya rêxistinkirina jin û ciwanankomxebateke li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan jinên ciwan beşdarî komxebatê bû.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjîn Ebdî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola jinan di civakê de, berxwedan û girîngiya birêxistikirina wan de xwendin.

Nûjîn Ebdî got: ''Rêber Abdullah Ocalan dibêje; divê êdî jin bi azadiyê çavên xwe ronî bike, ew jinê ku di dirêjahiya dîrokê de navê koleyê lê hat kirin. Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê ava bûn jinan xwe îsbat kirin û bûne pêşeng. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, divê hemû roj ji bo jinê be,  ji ber ku jin afrînera jiyanê ye. Jin xwedî hebûneke mutleq e, jinê çand û kevneşopî bi destê xwe afrand."

Piştre jinên ciwan zewicandina zarokan û xetereya madeyên hişbirê ku beşek ji şerê taybet e nîqaş kirin. Hate gotin, ji bo pêşîgirtina li ber belavbûna hişbir divê ciwan hişyar bin û xwe birêxistin bikin. Her wiha hate gotin,  divê malbat ha ji zarokên xwe hebin û wan perwerde bike.

Piştre sînevîzyonek li ser berxwedana jinan û ya gerîla hat pêşandan.

(ekîp)

ANHA