`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`

Bi sedan xelkê Dêrazorê cenazeyê şrevanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhadî El Derwîş li goristana Şehîd Xidir El Hemadê oxir kir.

`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
`Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike`
19 tebax, 2023   15:11
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên Dêrazorê, nûnerên Rêveberiya Sivîl, leşkerî ya Dêrazorê, li goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb ê rojavayê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ebdulhadî El Derwîş (Baz) bûn. Şehîd Baz 16`ê Tebaxê dema erka xwe pêkdianî şehîd bû.

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk şaxê Dêrazorê Ziyab El Hcîlat axivî û got: “Şehîd sembola fedaîbûn û mînareya ku rêya me ronî dike. Wan ji bo em jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, canê xwe feda kirin.

El Cîlat wiha diyar kir: “Her kes ji me behsa şehîdan, exlaq û taybetmendiyên wan ên xweş dike. Bi saya wan em li vir in, divê hertim em wan bibîr bînin.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê şaxê Dêrazorê Sabir El Hisên wiha axivî: “Em sersaxî didin malbata şehîd û bi rêzdarî bejna xwe li ber fedakariyên wan şehîdan ditewînin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmên “Şehîd namirin” hate veşartin.

(şx)

ANHA