`Divê biryara ku ewlehiyê li Sûriyeyê misoger dike, pêk were`

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê panelek bi navnîşan “Biryara NY`yê ya 2254 û lihevkirina navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê” li dar xist. Di panelê de kêmasiyên biryarê çi ne û danûstandina dewletên herêmî û navneteweyî pê re çawa ye, hatin nîqaşkirin.

`Divê biryara ku ewlehiyê li Sûriyeyê misoger dike, pêk were`
`Divê biryara ku ewlehiyê li Sûriyeyê misoger dike, pêk were`
`Divê biryara ku ewlehiyê li Sûriyeyê misoger dike, pêk were`
`Divê biryara ku ewlehiyê li Sûriyeyê misoger dike, pêk were`
`Divê biryara ku ewlehiyê li Sûriyeyê misoger dike, pêk were`
19 tebax, 2023   16:14
TEBQA

Panel li nivîsgeha partiyê ya li Tebqayê bi beşdariya nûnerên saziyên civaka sivîl, partî, rêxistinên jinan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li dar ket.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Barîn Maimû panel bi rêve bir.

Di panelê de 3 mijar; “Biryara 2254 çi ye, çawa derket û kijan alî derxistiye, navarok û kêmasiyên biryarê çi ne, hêzên navneteweyî û herêmê çawa nêzî wê bûn” hatin nîqaşkirin.

Endamê meclisa partiyê Edîb El Hasod behsa biryarê, çawa derketiye û kê derxistiye kir û wek encamp got: “Biryar ji hedê xwe zêdetir bi awayekî berfireh hatiye nivîsîn. Her aliyek dikare bendên wê li gor xwe şîrove bike. Kêmasiyên wê jî hene bi taybet benda 6`an ku biryar ne mecbûrî ye.”

Der barê helwesta hêzên navneteweyî û herêmî bi biryarê re El Hasod got: “Hêzên têkildarî Urdun erkdar kir ji bo ku lîsteyeke têkildarî rêxistinên terorsît amade bike. Lê ev erk, Urdun bi welatên din re xiste tengaziyeke mezin. Ji ber wê neçar ma ku 3 lîsteyan amade bike; lîsteyeke sor ku hêzên cîhanî li ser lihev dikin ku endamên vê lîsteyên terorîst in. Di lîsteya kesk de jî rêxistinên ne terorîst hene bêguman hêzan li hev kiriye komên vê lîsteyê ne terorîst in, di lîsteya gewr de jî hin rêxistin hene ku biryar li ser wan nehat girtin.”

KÊMASIYÊN BIRYARÊ

El Hasod balkişand ser kêmasiyên biryarê û wiha domand: “Benda 6`an a biryarê, tu hêz neçar nake ku vê biryarê pêk bîne. Sazkirina wê wisa lê hatibû ku bê sebeb zêde hatiye firehkirin û her yek dikare li gor xwe bendên wê şîrove bike.”

Beşdarên panelê mijarên wê nîqaşkirin. Di dawiyê de gihaştin wê encamê ku ji bo pêkanîna biryarekê ku ewlehiyê li Sûriyeyê pêk tîne, xwepêşanda, panel û civîn bên lidarxistin.

(şx)

ANHA