Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê gelek amûrên tenduristiyê ji Nexweşxaneya Gel a navçeya Şedadê re pêşkêş kirin.

Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir
Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir
Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir
Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir
Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir
Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir
Desteya Tenduristiyê gelek amûr ji Nexweşxaneya Gel a Şedadê re pêşkêş kir
19 tebax, 2023   15:01
HESEKÊ

Di nav amûrên tenduristiyê de 32 eşîe (tîrjên rontgenê), kuvozên zarokan, cihazê testkirina mîzê û gelek nivîn.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tuzo got ev pêdivî dê sûd li xelkê navçeyê bike û hêvî kir ku ji vê bêtir, destek ji nexweşxaneyê re bê pêşkêşkirin.

Tuzo wiha domand: “Ew amûr, ji bo teşhîskirin û dermankirina gelek nexweşiyan girîng in.”

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2022`yan Nexweşxaneya Gel li navçeyê vekir. Nexweşxane li herêma başûrê Hesekê ya yekemîn e ku xebatên xwe ji zêdetirî 500 gundî û 300 hezar nîştecihî yên li bakurê Dêrazorê ta başûrê Hesekê dimînin re, pêşkêş dike.

(şx)