ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 – 8 - 2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 – 8 - 2023
16 tebax, 2023   23:00

 

Kesayetên neteweyî yên Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê dîwarê tirsê şikand û kesayeteke nû ya xurt û bi cesaret ava kir, ku ew ne tenê pêngaveke leşkerî, her wiha exlaqî, rêxistinî û siyasî bû. Her wiha wan diyar kir ku 15'ê Tebaxê hêviyên dijmin têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sîham Hemo destnîşan kir ku rizgarkirina Minbicê rûpelek nû li pêşiya jinan vekir û got gihaştina wan navendên biryardanê ne hêsan bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner û pirsporê kar û barên terorê Hesen Ebû Heniye destnîşan kir ku nebûna çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê, xemsariya civata navneteweyî bi DAIŞ`ê ku taktîkên xwe guhertin, bûn sedem DAIŞ`ê ji nû ve derkeve û dê êrişên dîtir pêk bîne.

Ez bawer nakim ku gelek wek gelê Sûriyeyê heye di mijara zêdekirina fonan de xwedî tecrubeyên tal e. Ew bûye mîna kesê di nav de dixeniqe û bi kayek girtiye ku wî ji vê rewşa xirab xilas bike.

Rêveberê Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ubeyd destnîşan kir ku eger rêjeya ava golê 2 metre din kêm bibe dê bendava Firatê raweste. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Axaftinên dewletên rojavayî yên li ser rola koma rûsî ya Wagner di bûyerên Nîjerê de zêde dibin, gelo Washington û Parîs dê koalîsyoneke rojavayî li dijî Wagner li Afrîkayê ava bikin? Gelo Nîjer êdî bûye qadeke nû ya şer wek Sûriye û Ukraynayê?

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîma bîranîna şehîdên meha Tebaxê li goristana şehîd Delîl Saroxan li dar dixe, saet di 18:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiya Civaka Demokratîk a Dêrikê bi boneya Cejna Vejînê çalakiyeke hunerî ya rewşenbîrî li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê li dar dixe, saet di 19:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê der barê zewicandina zarokan û kuştina jinan semînerekê li xeta rojhilat dide, saet di 10:00'an de.