Li Kobanê 2 kes hatin kuştin 3 din birîndar bûn

Li Kobanê kesekî gule li malbata hevjîna xwe berand û piştre xwe kuşt, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 din birîndar bûn.

Li Kobanê 2 kes hatin kuştin 3 din birîndar bûn
Li Kobanê 2 kes hatin kuştin 3 din birîndar bûn
16 tebax, 2023   20:53
KOBANÊ

Nûçegihanên me da zanîn ku li Kobanê Kamîran Îbrahîm Besrawî (37) gule li malbata hevjîna xwe berand û piştre xwe kuşt.

Di encama gulebaranê de tevî kujer, birayê hevjînê kujer ê bi nav Fewqaz Fethî Besrawî (37) hate kuştin. Fethî Mistefa Besrawî (75), Naîle Besrawî (50) û Rola Fewzî Besrawî (21) birîndar bûn.

Birîndar li nexweşxaneya El Emel a bajêr têne dermankirin. Li gor çavkaniyên tenduristiyê rewşa du birîndaran kirîtîk e.

Heta niha aliyên ewlehiyê tu agahî der barê bûyerê de parve nekirin.

(mh/şx)

ANHA