Rêjeya avê 2 metre din kêm bibe dê bendava Firatê raweste

Rêveberê Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ubeyd destnîşan kir ku eger rêjeya ava golê 2 metre din kêm bibe dê bendava Firatê raweste.

Rêjeya avê 2 metre din kêm bibe dê bendava Firatê raweste
17 tebax, 2023   03:46
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Rêveberê Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ubeyd destnîşan kir ku rêjeya ava bendava Firatê gelekî kêm bûye û zirarê digihîne xebata bendavê û eger dewleta Tirk a dagirker rêjeya avê kêmtir bike dê karesat li herêmê rû bide.

Li gorî rayedarên bendavê, ava giştî ya bendava Firatê nêzê 14 mîlyar metrekab e lê ji ber kêmkirina rêjeya ava ku derbasî xaka Sûriyeyê dibe, tenê 10 mîlyar metrekab maye.

Ubeyd got: "Ev kêmbûn bandorê li xebata hilmijên ava vexwarinê û yên avdanê yên gundewarê Tebqa û Reqayê dike."

Her wiha Ubeyd diyar kir ku saetên pêxistina kehrebeyê rojane 11 saet in; 4 bi roj û 7 bi êvarê. Di heman demê de got niha bûne rojane 6 saet, eger rêjeya avê ji wê kêmtir bibe dê saetên dayîna kehrebeyê kêmtir bibin.

2 METRE DIN DÊ BENDAVÊ RAWESTE

Ubeyd wiha lê zêde kir: "Eger rêjeya ava golê 2 metreyên din kêm bibe dê xebata bendavê bi temamî raweste."

Ubeyd hişyarî da ku bi kêmkirina ava çemê re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dê karesat rû bidin.

Ubeyd bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mriovî û hiqûqî kir ku bilez destwerdanê bikin û dewleta Tirk a dagirker neçar bikin ku li gorî lihevkirinan avê berde.

Beriya vê jî gerînendeyê bendava Rojava (Tişrîn) û endezyar Hemûd El Hemadîn ji ajansa me re daxuyandibû ku wan bi rêjeya ji sedî 85`ê ava gola xwezayî ji dest dane ku berê 325.50 metere di ser asta deryayê re bû. Piştî wê kêmbûnê, ava golê gihaştiye 320.50 metre di ser ava deryayê re. Yanî rêjeya mirî li gor axaftina El Hemadîn ku pê re bendav raweste mîna sala borî bûye. 

(mh/şx)

ANHA