Ji bo zarokan çalakiyên hunerî

Tevgera Çand û Hunerê, Kevana Zêrîn û Komîteya Şilêr çalakiyeke hunerî bi navnîşan “Rojên Şanoya Zarokan” li dar xist.

Ji bo zarokan çalakiyên hunerî
12 tebax, 2023   19:05
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê, Kevana Zêrîn û Komîteya Şilêr ji bo bîranîna salvegera yekemîn a şehîdxistina 5 zarokan di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser dibistaneke gundê Şemola yê Til Temirê de di 18`ê Tebaxa 2022`an de, bi dirûşma “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” çalakiyeke hunerî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar xist.

Di çalakiyê de, koma Girbawî, Kevana Zêrîn û Şilêr berhemên xwe pêşandan.

Dûre koma Kulîlkên Rojava stran pêşanda û di dawiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin.

(şx)

ANHA