Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan li Goristana Şehîd Xebat spart axê.

Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
Bi merasîmeke bi haybet cenazeyê şehîd Vejîn Jiyan hat veşartin
12 tebax, 2023   19:02
QAMIŞLO

Şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa cenazeyê şervana YPJ`ê Hîcran Ecûz (Vejîn Jiyan) a ku 7'ê Tebaxê di encama qezayekêk de li Hesekê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat spart axê.

Li goristanê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Hacî Hesen axivî û got: “Em dev ji şehîdên xwe bernadin û dê li ser şopa wan bin.

Hesen desntîşan kir ku hêzên leşkerî û QSD`ê hîna li ser soza ku dane xelkê herêmê û dê gelê herêmê û axa herêmê biparêzin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya navçeya Dêrikê Xalid Dêrik axivî û got: “Erka ye ku berxwedanê berdewam bikin ta ku armancên şehîdan pêk bînin û gel û welêt biparêzin. Ev gelê ku bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer kir. Heta dawiyê em dev ji vê rêyê bernadin.

Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Qamişlo jî got: “Em di şexsê şehîd Vejîn de careke din soz didin ku têkoşîn û berxwedanê li hember êrişên dagirkeriyê berdewam bikin."

Jînda destnîşan kir ku tevlêbûna xelkê herêmê bi vî rengî, ji tevahî dewletên dagirker re peyameke ku gelên herêmê bi azadî û hêza xwe ve girêdayî ye.

Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de, di nava tilîliyên dayîkan de cenazeyê Vejîn li goristanê hate veşartin.

(şx)

ANHA