‘Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî avakirina sîwaneke kurdî pêwîstiyek e’

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê got rizgarkirina herêmên dagirkerî mîsogeriya pûçkirina êrişên dagirgeriyê ye û bang li aliyên kurdî kir ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xebateke hevpar bikin.

‘Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî avakirina sîwaneke kurdî pêwîstiyek e’
13 tebax, 2023   00:45
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî sûcên dermirovî, guhertina demgorafiyê û îmhakirina çand û dîroka herêmê didomîne.

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê sûcên li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Helbestvan Omer Şêxmûs anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe hewl dide herêmên dagirkirî ji niştecihên wê yên resen vala bike û demografiya herêmê biguherîne.

Şêxmûs got: "Divê sîwanek were avakirin ku tevahî aliyên Kurd bihewîne. Divê di qadên siyasî, civakî û leşkerî de xebat were kirin ku li hemberî van sûcan bibin mertal.”

Nivîskar Ehmed Silêman jî anî ziman ku siyaseta dewleta Tirk li ser esasê qirkirina gelên resen e.

Ehmed Silêman ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî jî, girîngiya parastina projeya Rêveberiya Xweser û kombûna li dora yekîneyên parastinê destnîşan kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Dirbêsiyê Siûdî Miêş jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û diyar kir ku dewleta Tirk wê wek gefekê li ser planên xwe yên mêtingeriyê dibîne.

(bb)

ANHA