Endamekî "meclisa xwecih" û kurê wî dest avêtin zarokekê

Hate ragihandin ku endamekî meclisa xwecih a dewleta Tirk a dagirker tevî kurê xwe zarokeke keçîn li kantona Efrînê revand û tecawîz lê kir.

Endamekî "meclisa xwecih" û kurê wî dest avêtin zarokekê
12 tebax, 2023   15:15
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona dagirkirî ragihand ku endamekî “meclisa xwecih” a navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, yê bi navê Zekeriye Bustanî û kurê wî Nasir Bustanî zarokeke keçîn ji pêşiya mala wê di bin gefa kuştinê de revand û tecawîz lê kir.

Zaroka keçîn M.C. 14 salî ye û ji şêniyên gundê Til Silûrê yê navçeya Cindirêsê ye. Li gor heman çavkaniyan, serçeteyê têkiliyan ê koma Sultan Suleyman Şah (El Emşat), Enes Hemdo ku bi navê Ebû Heyder Efer tê naskirin, alîkariya wan kiriye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El Emşat gefa kuştinê li malbatê xwariye ji bo ku bûyerê eşkere nekin.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyên din ji kantonê ragihand ku serçeteyê “Polîsa Leşkerî” Ehmed Cemal Keso û serçeteyên komên din, kampek li navenda bajarê Efrînê veguhastiye navendeke fihûş û belavkirina narkotîkê.

Kamp bi navê “Munteda Sûriyeyî” piştî erdheja 6`ê Sibatê li nêzî kolana Vîlat hatiye avakirin.

 Çavkaniyan da zanîn ku çete jinan ji Bab û Idlibê direvînin û di bin gefê de, zor li wan dikin ku li wê kampê, di fihûşê de kar bikin.

(şx)

ANHA