Hewldaneke qaçaxçîtiya nerewa li Lubnanê hatin têkbirin

Desthilata Lubnanê hewldaneke qaçaxçîtiya 400 kesên lubnanî, sûriyeyî û filistînî bi rêya beravên Akkarê yên bakurê Lubnanê têk bir.

Hewldaneke qaçaxçîtiya nerewa li Lubnanê hatin têkbirin
12 tebax, 2023   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Tora El Hurra parve kirine, desthilata Lubnanê hewldaneke qaçaxçîtiya 400 kesên lubnanî, sûriyeyî û filistînî bi rêya beravên Akkarê yên bakurê Lubnanê têk bir û berpirsekî vê hewldanê girt.

El Hurra bibîr xist ku hêzên deryayî yên artêşa Lubnanê ev hewldan têk bir û tedbîrên pêwîst li dijî kesên destê wan tê de heye, girtin.

NY`yê di rapora xwe de ya di Hezîranê de derxistiye, destnîşan kiribû ku bi rêya koçberiya ne rewşa ji herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afîrkayê sala borî nêzî 3 hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Sala 2022`yan jî 3 hezar û 789 kes di vê rêyê de jiyana xwe ji dest daye.

(şx)