`Em dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`

Bi dehan ciwan li Til Temirê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û gotin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê li qadên berxwedanê bin.

`Em dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
`Em dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
`Em dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
`Em dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
`Em dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
`Em dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
12 tebax, 2023   18:37
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê meşeke bi meşayalan li dar xist.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, dest pê kir û li kolana Kehrebeyê rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama rêveberiya tevgerê Ebdulqadir Haşim Ebdulqadir daxuyaniyek xwend û got: “Em sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û AKP`ê ve tê kirin, şermezar dikin. Ew bi rêbazên herî hovane îşkence li Rêbertî idkin û li ber çavên cîhanê, hevdîtinên bi malbat û parêzeran lê qedexe dikin.

Tevî bangewaziyan ku rewşa tenduristiya wî bê eşkerekirin, lê rêxistinên mafên mirovan bêdeng in.

Em bang li kesên xwedî wijdan dikin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin. Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan li herêmê şermezar dikin.

Heta komploya navneteweyî eşkere bibe em dê li qadên berxwedana îdeolojî bin.

Em bang li tevgerên ciwanan û azadîxwaz dikin ku têkoşînê mezin bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.”

(şx)

ANHA