ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-8-2023
10 tebax, 2023   23:00

Endamên Meclisa PYD'ê ya şaxa Efrîn û Şehbayê diyar kir ku tecrîd û gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dijberî qanûnên navneteweyî ne û got: “Ew ê bi tecrîdê nikaribin gel dûrî fikrên Rêber Apo bixin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberên rêxistinên jinan û partiyên siyasî got bêyî çareserkirina pirsgirêka jinan, pirsgirêkên civakê çareser nabin. Her wiha diyar kir ku pêngava KJK'ê bersiva li hemberî zîhniyeta baviksalar a li dijî jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şibîb destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re dixwaze dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike. Ji ber wê gelek gavan di vî warî de davêje. Şibîb îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker dê tenê bi zorê û bi beşdariya tevahî sûriyeyiyan di projeyeke nîştimanî de ku diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de bingeha wê, ji Sûriyeyê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîla şermezar kir û wek "îxaneta li kurdan" bi nav kir û soza domandina têkoşînê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê hewldan û însiyatîfên mirovî silav kirin ku ava vexwarinê ji bajêr re peyda kirin da ku êşên wan li gel qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk ve, sivik bikin. Her wiha diyar kirin ku însiyatîf, li ser xurtbûna têkiliyên hezkirinê û helwesta berprisyariyê delîl e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şîrovekarên siyasî diyar kir ku îhtîlama ku destwerdana leşkerî li Nîjerê were kirin, dûr e û bang li Fransayê kir ku nêzîkatiyên xwe yên bi welatên Afrîkayê re biguherîne. (BI WÊNE)

Yekitiya Pîşeyên Tibî ya herêma Firatê bi dirûşma “Mirov dema ji bo mirovahiyê kar bike, bêhempa dibe” konferansa xwe ya duyemîn li hola navenda Komîteya Lihevanînê ya Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)