Ciwanên Kurd û Suryan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Ciwanên Kurd û Suryen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li ciwanên herêmê û aliyên siyasî kirin ku xwedî li Şoreşa 19'ê Tîrmehê derkevin û herêmê ji dagirkeran rizgar bikin.

Ciwanên Kurd û Suryan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
10 tebax, 2023   18:43
QAMIŞLO

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên gel zêdetir dibin, di vê çarçoveyê de Encûmena Ciwanên Kurd û Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya çerxerêyaa Efrîn a bajarê Qamişlo ji aliyê hevserokê encûmena ciwanan Rûdî Hesen ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ku berdewamiya komkujiya 24'ê Tîrmeha 1923'yan a piştî peymana Lozanê ne, şermezar kirin.

Hesen bang li ciwanên Sûriyeyê û aliyên siyasî kir ku xwedî li Şoreşa 19'ê Tîrmehê derkevin û li hember dagirkeriyê bibin yek.

(mh)

ANHA