`Dewleta Tirk tenê bi zorê û bi beşdariya tevahiya sûriyeyiyan dê ji Sûriyeyê derkeve`

Serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şibîb destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re dixwaze dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike. Ji ber wê gelek gavan di vî warî de davêje. Şibîb îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker dê tenê bi zorê û bi beşdariya tevahî sûriyeyiyan di projeyeke nîştimanî de ku diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de bingeha wê, ji Sûriyeyê derkeve.

`Dewleta Tirk tenê bi zorê û bi beşdariya tevahiya sûriyeyiyan dê ji Sûriyeyê derkeve`
11 tebax, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Ji geşedanan diyar dibe ku normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de di rawestanê de ye bi taybet piştî ku serokê dewleta Tirk a dagirker di hilbijartinan de bi ser ket. Ev tê wê wateyê ku Recep Tayyîp Erdogan normalîzekirin û vegerandina penaberan bi koordîneya hikumeta Şamê, di hilbijartinan de bi kar anî da ku bi ser keve.

Hêdîbûna Tirkiye di vî alî de, piştî axaftinên li ser nêzîkbûna Tirkiye û hêzên rojavayî zêde bû. Nemaze piştî lûtkeya dawî ya NATO`yê û nermbûna Enqereyê li hember tevlêbûna Swêd di NATO`yê de bi şerta ku soz bidin wê ji bo ku tev li Yekitiye Ewropayê bibe. Ev hişt ku nakokiyek di navbera Rûsya û Tirkiye de li ser berjewendiyan de çêbibe.

Ev geşedan han derfet da dewleta Tirk a dagirker ku ji daxuyaniyên berê dane paşde vekişe ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Rojnameya Şerq El Ewsat beriya çend rojan cih dabû agahiyên ku çavkaniyekî nêzî hikumeta dewleta Tirk a dagirker parve kirine. Çavkanî eşkere kir ku doza vekişînê ji axa Sûriyeyê ku welatê wî dagir kiriye, niha qet ne di rojevê de ye û ji bo dewleta Tirk xeteke sor e.

Ev helwesta Tirkiye ya nû, ji bo aliyên Sûriyeyê yên hêvî dikin ku Tirkiye dev ji timayên xwe yên mêtingeriyê li Sûriyeyê berde peyameke cidî ye. Serî pêşîn hikumeta Şamê ye ku hertim behsa yekitiya Sûriyeyê û pêwîstiya vekişîna Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê dike. Helwesta herî dawî ya Beşar El Esed bû, ku di hevdîtina xwe ya li gel kanala Sky Newsê de, êriş Tirkiye û Erdogan kir.

Ruxmî helwesta eşkere ya hikumeta Şamê û hin aliyên Sûriyeyê yên ku dagirkeriyê red dikin, lê dîsa jî neketin pratîkê. Hîn jî siyasetên van aliyan alîkariya Tirkiyeyê dikin ku timayên xwe pêk bîne.

TIRKIYE DIXWAZE DAGIRKIRINA AXA SÛRIYEYÊ REWA BIKE

Siyasetmedarê sûriyeyî û serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şibîb got: “Ji dema ku Rûsya beriya salekê ve û Îranê jî hewl dan ku Sûriye û Tirkiye nêzî hev bikin. Bi wê re gelek civînên hevbeş li ser asta wezîrên parastinê û derve li dar ketin, Sûriye helwesta xwe bi awayekî zelal eşkere kir û gelek caran dubare kir. Heta ku serok bi xwe ji Moskovê di serdana xwe ya dawîn de ragihand ku normalîzekirin tenê dema artêşa Tirk ji Sûriyeyê vekişe û piştgiriya komên terorîst neke, pêk tê.”

Şibîb wiha domand: “Fişarên Rûsyayê bi bin ketin û nekarîn guhertineke cidî di normalîzekirinê de çêbikin. Ji ber ku diyare Tirkiye dixwaze normalîzekirin bê berdêl be. Yanî jî mîna serokê sûriyeyî di hevdîtina xwe ya li gel Sky News de gotiye, ji Sûriyeyê dixwaze dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike.”

Her wiha Şibîb destnîşan kir ku Erdogan dixwaze dagirkirina bajar û bajarokên Sûriyeyê bike rastiyek ji bo ku timayên xwe yên eşkere di Sûriyeyê de û li ser hesabê yekitî û serdestiya dewleta Sûriyeyê pêk bîne.

PLANA MÊTINGERIYÊ YA MEZIN JI BO SEPANDINA DAGIRKIRINÊ

Şibîb da zanîn ku îsrara Tirkiyeyê ku dagirkirina axa Sûriyeyê berdewam bike, mêtingehan ava bike, xelkê herêmên dagirkirî koçber bike û binesaziya wan herêman bi Tirkiyeyê ve girê bide, bikaranîna bi milyonan sûriyeyiyan wek rehîne ji bo ku timayên xwe yên dijminane pêk bîne, xetereya herî mezin a li ser yekitî, serdestî û pêşeroja Sûriyeyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Erdogan û hevalbendên wî ku Tirkiye kontrol dikin, piştî hilbijartinan, armanc û timayên xwe eşkere kirin. Her wiha ragihandin ku ew ji Sûriyeyê venakişin û plan dikin herêmên dîtir dagir bikin. Niha ew planeke mêtingeriyê ya mezin bi fînanseya Qeterê li bakurê Sûriyeyê pêk tîne û dê bi Tirkiyeyê ve girê bide. Desteka xwe ya ji komên terorîst re ranewestîne bi taybet Heyet Tehrîr El Şam ku bi koordîneya îstixbarat û artêşa Tirk tevger dike.”

TIRKIYE TENÊ BI ZORÊ Û BI BEŞDARIYA TEVAHÎ SÛRIYEYIYAN DÊ DERKEVE

Şibîb wiha pê de çû: “Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, nêrîneke me hebû ku dagirkirin di çarçoveya plan û timayên diyar û eşkere de dest pê kir ji bo ku osmaniya nû vejîne. Li gel şert û mercên heyî, çarenûsa hewldanên normalîzekirinê binkeftin e.”

Şibîb di wê baweriyê de ye ku Tirkiye ne li gor îdiayên xwe ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî yan jî di çarçoveya bersivandina bangewaziyên sûriyeyiyan û parastina wan de axa Sûriyeyê dagir kir û got: “Lê belê wê şert û mercên aloziyê bi kar anîn û herêm dagir kir da ku timayên xwe pêk bîne. Ez texmîn nakim ku Tirkiye dê bi vê hêsanbûnê dev ji van timayên xwe berde. Tenê bi zorê dê ji Sûriyeyê derkeve.”

Di dawiyê de Şibîb wiha anî ziman: “Tenê bi rêya projeyeke nîştimanî ya komker li ser bingeha lihevhatinê, diyaloga di navbera hikumeta Şamê, Rêveberiya Xweser û hêzên wê de, planên Erdogan dê têk biçin. Armanca şeytanî ya Erdogan, afirandina şerekî sûriyeyî-sûriyeyî di navbera artêşê û QSD`ê de ye. Ev armanc, cewhera hewldanên wî ne ku di bin navê normalîzekirinê de dimeşîne.”

(şx)

ANHA