`Fikrên Rêber Abdullah Ocalan di welêt û mirov de şax dane`

Welatiyê ji Dêrikê Seîd Benefiş destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî nêrîneke stratejîk e û diyar kir ku siyasetên tecrîdê û îşkenceyê bi ser nakevin ji ber ku fikrên wî welêt û mirov de şax dane.

`Fikrên Rêber Abdullah Ocalan di welêt û mirov de şax dane`
5 tebax, 2023   23:41
QAMIŞLO-BESNE ŞEMO

Welatiyê bi navê Seîd Xalid Benefiş ê li herêma Dêrikê û Aliyan bi Ebû Hogir tê naskirin bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan; “Ramana stratejîk, dema pêşdebirina nêrîneke pêşerojê, şertek e, ji ber ku ev raman derfetê dide ku hûn astengiyên li pêşiya gelê xwe diyar bikin. Wateya wan astengiyan çi ye, rêbazên herî baş ji bo rûbirûbûna wê li gel helwestên heyî û pêşerojê çi ne”dest bi vegotina serpêhatiya xwe kir. Her wiha destnîşan kir ku nêrîna wî ya stratejîk bandor lê kiriye û sedema ji ber wê li ser fikr û felsefeya wî ya azad û demokrat meşiye, şîrove kirin.

Benefiş ji gundê Sermisax ê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê ye. Zewcî ye û bavê 14 zarokan e. Kurê wî bi navê Hogir tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye.

Benefiş sala 1986`an bi rêya kadroyên tevgerê yên li herêmê, tevgerê nas dike. Wî û çend welatparêzên li herêmê; Muhyedîn Reûf, Ehmed Koçer û Muhyedîn Koçer erka keşfkirina sînorên bi Bakurê Kurdistanê re li hember gundê Sermisax û gundên Aliyan pêk tînin.

Gundê Sermisax ê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê ye. Yek ji gundên ser sînorên Bakurê Kurdistanê ye û tevahî niştecihên wê kurd in.

Welatparêz Seîd li herêmê dihat naskirin nemaze ku xebatên tevgerê dimeşand, broşûrên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan li malên welatparêzan û alîgirên tevgerê belav dikirin. Tev li civînên tevgerê dibûn, alîkarî berhev dikir, xebatên wî heta salên 90`î berdewam kirin. Dûre biryar dide ku tev li tevgerê bibe, li ser wê esasê diçe ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibîne.

Seîd Benefiş çawa diçe akademiya Masûm Korkmaz a li Lubnanê û çawa bi Rêber Abdullah Ocalan re dicive wisa parve kirin: “Salvegera 15`ê Tebaxê bû, ez bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyam. Hevdîtin, naskirina kesayeta wî ji nêz ve û çawa dikare astengiyên li pêşiya gelê xwe çareser bike bandor li min kir. Ji ber wê min rastiya xwe jê re eşkere nekir ku zewicî me û zarokên min hene da ku tev li tevgerê bibim.

Benefiş wiha domand: “Ez salekê li akademiyê mam. Em di perwerdeyê re derbas bûn. Dûre koma me ya ji 35 kesan pêk dihat, ji bo biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê hate amadekirin. Beriya çûyînê, em ji Lubnanê çûn Şamê ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin û perspektîfan jê bibin. Li wir, endameke koma me rastiya min eşkere kir ku ez zewcî me û 6 zarokên min hene. »

 “EM MALAN AVA DIKIN HILNAWEŞÎNIN”

Bi vê gotinê; “Em malan ava dikin hilnaweşînin” Rbêer Abdullah Ocalan bersiv da Benefiş piştî ku fêm kir zewicî ye û bavê 6 zarokan e. Têkildarî wê Benefiş got: “Wî nehişt ez tev komê biçim. Lê ji min xwest ku kar û xebatên xwe berdwam bikin û piştî 3 rojan erkek da min ji bo pêk bînin ku komeke nû ya hevalan bigihînin akademiya li Lubnanê.”

Di navberê de Benefiş eşkere kir ku 25`ê Adara 1991`an li ser daxwaza Rêber Abdullah Ocalan vegeriye Girkê Legê û xebatên xwe temam kirine.

Welatparêz Seîd Benefiş heta niha roleke çalak di têkoşîn, berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşê de dilîze ku di Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya navçeya Til Koçerê çavdêr e.

Benefiş ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku mirovahiyê ji çewisandin û zulmê xilas bike, tê koşiya û li ber xwe da. Bi fikrê xwe rêya gelan ronî kir ji bo ku azadiyê û pêşxistinê pêk bîne. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî nifşand mîras e û ji bo hêzên hegemonîk ên desthilata xwe li ser hesabê nasname û çanda gelan ava dikin, bûye kabûs.”

Her wiha Benefiş siyasetên tecrîdê û îşkenceya li Rêber Abdullah Ocalan tên kirin şermezar kirin û got: “Armanca wan sûcan, bêdengkirina Rêber Abdullah Ocalan e. Berxwedan û têkoşîna wî tevahî êriş têk bibin. Nepêkan e ku fikrê wî tune bibe. Ji ber ku di her welatparêzek û mirovek de şax daye.”

Di dawiyê de Benefiş soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bike û got: “Peyama Rêberê me ya azadiyê nemir e. Bûye jêdera felsefeyê li Rojhilata Navîn.”

(şx)

ANHA