​​​​​​​Mihemed Şahîn: Jiyan li herêmên dagirkirî hema bêje nepêkan e

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirî, jiyan lê nepêkan e û wiha got: “Li wir qanûn nîn e. Revandin, talankirin, dizî, xwestina fîdya û destavêtin li dijî kesên li wir mane, rojane û eşkere pêk tên. Bi rastî em nizanin kijan herêm ewle ye ku Tirkiye behsê dike?”

​​​​​​​Mihemed Şahîn: Jiyan li herêmên dagirkirî hema bêje nepêkan e
6 tebax, 2023   03:17
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker pêkanîna sûcan li herêmên dagirkirî didomîne, di serî de guhertina demografiya wan herêman û vê carê bi rêya paneberên sûriyeyî yên ku derbasî herêmên dagirkirî dike û li wir bi cih dike.

Piştî bidawîbûna hilbijartinan di 28`ê Gulanê de, desthilata Tirkiyeyê penaberên sûriyeyî û malbatên çeteyan derbasî herêmên Sûriyeyê kirin bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirin. Herî dawî 4`ê Tebaxê 120 penaber derbasî kantona Girê Spî kirin ku di nava wan de 10 iraqî hene. Dewleta Tirk ew penaber li ber deriyê sînor radestî çeteyên polîsa leşkerî kir da ku wan li malên koçberên resen de bi cih bike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Dewleta Tirk a dagirker aloziya Sûriyeyê li ser gelek astan bi kar tîne. Li ser hesabê gelê Sûriyeyê gelek plan pêk anîn. Bizanabûn, li hundirê Sûriyeyê û li gorî hesabên xwe herêm ava kirin, alîgirên planên xwe tê de bicih kirin.”

Şahîn wiha domand: “Ji bo ku Tirkiye bigihêje armanca xwe, siyaseta lîstina li ser du benan lîst. Gelê Sûriyeyê bi sozên derew xapandin. Xwe kir wesiyê gelê Sûriyeyê yê ku bû qurbana planên wê. Li aliyekî din, çete perwerde kirin û derbasî hundirê Sûriyeyê kir. Bi rêya wan gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirin piştî ku binesaziya wan bajaran xira kirin.”

Şahîn destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî, jiyan hema bêje nepêkan e û wiha axivî: “Li wir qanûn nîn e, revandin, talankirin, dizî, xwestina fîdya, destavêtin li dijî kesên mane bi awayekî eşkere rojane pêk tên. Bi rastî em nizanin Tirkiye besha kijan herêmê dike ku ewle ye. Li wan herêman, çete her roj li ser mal û milkên welatiyan bi hev dikevin. Nijadperestiyê li dijî pêkhateyên wê dikin. Tirkiye ew herêm, kirin jêdera terorê, şêniyên wê yên resen qewitandin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin.”

Li gorî daneyên ku çavkaniyên ajansa me belge kirine, dewleta Tirk a dagirker rojane derdora 100 penaberên sûriyeyî bi rêya 4 deriyên sînor dişîne Sûriyeyê. Roja duşema borî 15 malbatên çeteyên sûriyeyî ji Tirkiye derxistine û şandine herêma Serêkaniyê. Her wiha zêdetirî 2 hezar malbat bi rêya deriyê sînor ê gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê destpêka salê derbasî Efrînê kirin û li wir bi cih kirin. Ji destpêka 2023`yan ve zêdetirî 10 hezar malbat bi rêya deriyên sînor Bab El Hewa yê bakurê Idlibê û Bab El Selame yê Ezazê, Serêkaniyê derbasî herêmên dagirkir kirine û ev xebat hîna berdewam in.”

“REWŞA KESÊN XWE KIRINE BIN REHMA DEWLETA DAGIRKER NE HÊJA YE”

Mihemed Şahîn balkişand ser rewşa alîgirên dewleta Tirk a dagirker ên sûriyeyî û got: “Bi rastî yên xwe kirine bin rihemeta dewleta dagirker, di rewşeke ne hêja de ne. Nemaze şert û mercên heyî ku rêz ji penaberan re nayê girtin, mafên wî têne binpêkirin. Rûbirûyî nijadperestiyê ji aliyê çeteyên tirk ve ne. Li rex wan binpêkirinan, desthilata Tirk wan ji Tirkiyeyê derdixe. Ji ber wê, divê ji îro û pê de sûriyeyiyên pişta xwe dane Tirkiyeyê li xwe vegerin, bi sozên wê neyên xapandin, ji ber ku ji bo Tirkiye ya herî girîng berjewendiyên wê ye.”

Şahîn di dawiyê de got: “Piştî sedsala Lozanê em li pêşberî nexşeyeke din a herêmê ne. Vê carê heke dewleta Tirk planên xwe bi ser bixe, dê her kes berdêlê bide. Ji ber wê divê her kes dengê xwe li hember dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên mêtinger bikin yek.”

(şx)

ANHA