‘Em destgirêdayî namînin, em ê parastina gel, xak û rûmeta xwe bikin′ 

Şêxekî eşîra El Bo Xetab diyar kir ku ew ê êrişên li dijî şervanên parastina herêmê dikin, bê bersiv nehêlin. Endamê Nivîsgeha Partiya Pêşxistin û Guhartinê ya Nîştimanî ya Demokratîk jî bang li gel û ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

‘Em destgirêdayî namînin, em ê parastina gel, xak û rûmeta xwe bikin′ 
6 tebax, 2023   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Li hember van êrişan beşên civakê yên cuda diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê li hember van êrişan bisekinin û bê bersiv nehêlin.

Yek ji şêxên eşîra El Bo Xetab a Ereb û cîgirê serokê meclisa eşîrê Ehmed Hiwêder ji jansa me re li ser êrişên li dijî herêmê axivî û wiha got: "Em sûriyeyî bi tevahî bi gelê xwe serbilind bin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ne li dijî partî yan jî rêveberiyekê ye, lê belê li dijî tevahî pêkhateyan e. Heta penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê jî ji van binpêkirinan bê par neman û hewl dide wan bi darê zorê derxe.”

Hiwêder wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî jin, zarok, rûspî û ciwanan in. Ew êrişên tirsonak in û tu êrişên li ser gelê Sûriyeyê qebûl nakin. Em li hember van êrişan destgirêdayî namînin û dê êrişên li dijî şervanên parastina xak, gel û rûmeta me dikin, bê bersiv nemînin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi destwerdana xwe ya yekser û bi rêya çeteyên xwe tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên bejahî û asîmanî de hedef digirin, di encamê de gelek herêm ji Cerablusê, heta bi Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve hatin dagirkirin.

Şêx Ehmed Hiwêder bang li rêxistinên hiqûqî û Konseya Ewlehiyê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk berpirsyar bin.

Endamê Nivîsgeha Partiya Pêşxistin û Guhartina Nîştimanî ya Demokratîk Hemîd Ebdo jî diyar kir dê birêxistinbûyîna gel li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekine û wiha got: "Em bang li tevahî ciwnan dikin ku li hember van êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me û yên bi armanca parçekirina me, xwe bi rêxistin bikin."

(fr)

ANHA