​​​​​​​Çîroka Edûla 60 salî ya êşa peydakirina avê

Bi gavên giran û gewdeya xwe ya nexweş Edûla Îbrahîm a ji Hesekê sibehê galona xwe ya 25 lître hildigire da ku avê dagire. Bi vê yekê li hember êş û zehmetiyê disekine ku sedema wê jî dewleta Tirk a dagirker e.

​​​​​​​Çîroka Edûla 60 salî ya êşa peydakirina avê
30 tîrmeh, 2023   01:50
HESEKÊ - ARAM EHMED

Dema mirov di taxên Hesekê re derbas dibe komên welatiyan ku li pêş depoyên avê yên mezin dikevin dorê û di destê wan de galonên avê hene, balê dikişînin.

Ev dîmen karesateke mirovî ye û êş û azarên wê milyonek û nîv şêniyên Hesekê û gundewarên wê dikişînin. Sedema wê jî dewleta Tirk a dagirker e ku ji dema dagirkirina Serêkaniyê (2019) ve ava stasyona Elokê biriye.

/kr/uploads/files/2023/07/29/194633_.webp

Jina bi navê Edûla Îbrahîm a 60 salî ku nexweşiya dil pê re heye, her sibeh ji bo ku ji depoya avê ya ku rêxistinên civaka sivîl danîne taxa Mişêrfê ya Hesekê avê bîne, ser çavên ji ber tavê digire û derdikeve. Galona 25 litreyî di dest de ye. Bi gavên xwe yên giran û gewdeya nexweş zêdetirî 500 metre dimeşe da ku xwe bigihîne depoya avê.

Edûla li pêş xezaneya avê li kêleka bi dehan jinan disekine, xwêdan li ser eniyê û li ser rûyê wê qurmiçok hene. Edûla dibêje: "Ez mecbûr im her sibeh li vir bim, tevî ku ez nikarim galona avê hilgirim. Hin caran jî av bi dest min nakeve."

Edûla wiha domand: "Li vir li pêş vê xezaneyê êdî pêdiviya wergirtina galoneke avê bi hêzekê heye. Ya bi hêz dikare avê wergire. Mîna ku di daristanê de tenê yên xurt serwer bin."

Edûla anî ziman ku ji ber lêçûna zêde ew nikare avê ji stêran bikire. Xwediyên stêran her xezaneyeke 5 bermîl bi 15 hezarî didin. Edûla wiha pê de çû: "Ev pere ne hindik e.”

Bi wergirtina 25 lître av û pêkanîna yek ji hêviyên wê yên sibehê, êdî erkeke din li pêş wê ye; hilgirtina galonê û gihandina malê. Edûla destê xwe datîne ser pişta xwe ku hinekî pişta wê ya diêşe rast be û bikare gaveke din biçe. Car bi car vedihese, lê xwêdan di ser eniyê re diherike.

Li vir êşên bi hezaran welatiyên Hesekê karesatê nîşan didin. Li her kolanekê bi dehan jin, zarok û mêr kom bûne û di destê wan de hêvî û heman êşên wergirtina avê hene.

(fr)

ANHA