Şehîd Xalid El Xilêwî digot: Ji bo welat bila em bi rûmet û serbilindî bimirin

"Welatê me hêja ye em ji bo rizgarkirina wê ji zilma çavbirçî û hesûdên ku dixwazin xêr û bêra me talan bikin, fedakariyê bikin. Ji bo parastina welat bila em bi rûmet û serbilindî bimirin." Ev wesiyeta şehîd Xalid El Xilêwî ye ku li pey xwe hişt.

Şehîd Xalid El Xilêwî digot: Ji bo welat bila em bi rûmet û serbilindî bimirin
30 tîrmeh, 2023   00:39
QAMIŞLO- MACID EL HEMWÎ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna armancên şoreşa azadî û demokrasiyê berdêlên giran dan û destanên lehengî û fedaîtiyê nivîsandin. Fedakariyên ku şêniyan dane bi pêkanîna serkeftinê di tevahî qadan de tacîdar bû. Şoreşger Xalid Mihemed El Xilêwî yek ji mînakên vê fedaîtiyê ye.

Xalid Mihemed El Xilêwî sala 1994'an li gundê Hisêniyê yê navçeya Til Hemîsê yê kantona Qamişloyê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz a Ereb de mezin dibe ku ji 7 kesan (2 xwişk û 5 bira) pêk tê.

Xalid El Xilêwî xwendina seretayî li dibistana gundê Hisêniyê dixwîne, lê ji ber rewşa jiyanî ya zehmet a malbatê xwendinê terk dike û neçar dimîne ku kar bike da ku alîkariya malbatê bike.

Xalid duristbûn û aramiya xwe dihat naskirin. Bavê Xalid, Mihemed El Xilêwî got: "Têkiliyên min û wî ne wekî têkiliyên bav û kuran bûn, lê dostanî jî hebû. Me pirsgirêkên di kar de derdiketin, bi hev re parve dikin da ku çareseriyan bibînin."

Xalid El Xilêwî ji bo parastina welatê xwe ji êrişan, di sala 2013'an de tev li nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe û navê Azad Hesekê li xwe dike. Xalid di pêngavên pêşîn ên rizgarkirina herêmê de wekî pêngava rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ya sala 2014'an de cih digire.

Birayê şehîd Xalid, Amir El Xilêwî dide ser şopa birayê xwe û di sala 2013'an de tev li nava YPG'ê dibe.

Bavê şehîd Xalid li ser tevlêbûna kurê xwe Xalid a nava refên YPG'ê got: "Xalid zilm qebûl nedikir, di rewşên zehmet û hestiyar de wêrek bû, dixwest alîkariyê bide derdorê. Civakî bû û ji aliyê malbat û hevalên xwe ve dihat hezkirin. Ji welat hez dikir, xwedî armanc bû û bi hevalên xwe re dilsoz bû."

Xalid li eniyên şer xwedî roleke pêşeng bû, karê wî têkildarî çekên giran, bi taybet obusan bû. Her wiha şervanên nû perwerde dikirin. Di pêngavên rizgarkirina Til Birakê ya sala 2015'an û pêngava rizgarkirina Minbicê di sala 2017'an de, cih girt û timî li pêş bû.

Şehîd Xalid di nava hevalên xwe de wek şervanê wêrek ê ku ji mirinê natirse, bi rûkenî û hêza moraldayînê jî dihat nasîn

.

Şervanê YPG'ê Xalid El Xilêwî (Azad Hesekê) 25'ê Îlona 2017'an di pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê de, şehîd bû. Hevreyê şehîd Xalid, Mûnzûr Agirî der barê kêliyên şehadeta Xalid Xilêwî de got: "Şehîd Xalid ji bo parastina şêniyên dixwestin ji DAIŞ'ê xilas bibin û xwe bigihînin hêzên me, hewl da mayinekê rake ku li kolana nêzî Stada Beledî ya Reqayê hatibû bicihkirin. Lê mixabin me nedizanî ku mayin ji dûr ve tê xebitandin, dema şehîd Xalid nêzî mayinê bû, çeteyan tevgera wî dişopand û mayin teqand. Di encamê de Xalid bi giranî birîndar bû. Me tavilê destwerdan kir û me ew bir nuqteya tenduristiyê ya herî nêzîk. Lê ji ber birîna wî ya dijwar ku di hundir de bû, bijîşkan nekarî wî rizgar bikin. Piştî çend saetan şehîd bû."

Birîna Xalid bandor li hevalên wî yên şervan kir ku li derdora wî kom bûbûn. Gotinên Xalid ên çend deqeyan beriya şehadetê hîna di bîra hevalên wî de ne. Mûnzûr Agirî ew gotin bi bîr anîn: "Ma welatê me ne hêja ye ku em ji bo rizgarkirina wê ji zilma çavbirçî û hesûdên ku dixwazin xêr û bêra me talan bikin, fedakariyê bikin. Ji bo parastina wê bila em bi rûmet û serbilindî bimirin."

Ji ber bandora ku şehîd Xalid li pey xwe hişt, hevalên wî bi awayekî asayî serdana malbata wî dikin. Bavê şehîd Xalid li ser şehadeta kurê xwe wiha got: "Ez bi nêzîkatî û helwestên wî serbilind im, ji ber ku rêya şeref û rûmetê hilbijart û di oxira parastina welatê xwe de şehîd bû. Şehîd Xalid bi rihê xwe, bi wefadarî û hezkirina ji hevreyên xwe re bandorek li rihê çi kesên wî dîtibûn, kir.''

Bavê şehîd Xalid, li ser zimanê hevalên wî hinek efsanên lehengiyê yên kurê xwe bi bîr anîn "Tê bîra min çawa bi lez birayê xwe û hevalên wî rizgar kirin ku di pêngava rizgarkirinê de li başûrê Tebqayê hatibûn dorpêçkirin. Xema wî ew bû ku birayê xwe û hevalên wî rizgar bike."

Rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Xalid El Xilêwî di rûpelên dîroka têkoşîn û fedaîtiyê ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye tombarkirin. Li gorî daneyên QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan, ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve zêdetirî 12 hezar şehîd hatine dayîn.

(bb)

ANHA